Sibat 23, 2017 18:07 Asia/Tehran
  •  Sazîya Navnetewî ya Efûyê, raporek bi du armancan

Sazîya Navnetewî ya Efûyê li rapora xwe ya li bara rewşa mafên mirovan li dinyayê ya sala 2016`an, bala xwe daye ser rewşa mafên mirovan li hejmarek ji welatan. beşeke vê raporê jî Îranê digire ber xwe.

Li vê raporê hatîye idiakirin ku li Îranê rexnegirên nizamê bi tawanên nezelal û sexte dikevin ber şopandina dadwerîyê û wan davêjin heps û zîndanan. Li gorî idiaya Sazîya Navnetewî ya Efûyê, mafên jinan li Îranê tên binpêkirin, mêdya tên sansorkirin û serederîyeke xirab ligel zîndanîyan tê kirinê û ew tên işkencekirin. Li vê raporê herwiha dadgehên Îranê hatine tawanbarkirinê ku li warê biryar û kiryarê serbixwe nînin.

Helbet  Sazîya Navnetewî ya Efûyê li rapora xwe ya tam û di bersiva raya giştî ya cehanê bala xwe daye ser hin babetên binpêkirina mafên mirovan li welatên curbicur ji wan cinayetên Erebistanê li Yemenê û meseelyên din. Vê sazîyê berî vîya jî xwestibû ku şandina sîlehan bo Erebistanê were sekinandinê û ragihandibû ku ev sîlehana jibo cinayetên cengê yan jî hêsankirina van cinayetana an binpêkirina giran a mafên mirovan tên bikaranînê. Di rastîyê da vê sazîyê li gorî hereketeke tam li gorî planê li nêrîna ser mafên mirovan hewl daye ku sîyaseta tîrek û du nîşanê bikar bîne. Bi vê meinayê ku hevgavê gotina hin rastîyên têkildarî binpêkirina mafên mirovan, navê Îranê jî xistîye vê lîstê da ta ku sênarîyoya tirsandina welatan ji Îranê bi çavê welatekî binpêkerê mafên mirovan bikemilîne.  Sazîya Navnetewî ya Efûyê bi vê helwestê di rastîyê da raporên sexte û pûç ên raporterê taybet ê Konseya Mafên Mirovan ên dijî Îranê piştrast kirîye. Li halekî ku tu yek ji babetên ku ev sazîya li bara Îranê idia dike bi tişta ku li Erebistan û Behrêynê yan li Yemenê derbas dibe ra nayê qîyaskirinê. Li gellek ji welatên rojavayî yên idiakerê mafên mirovan ji wan Kanada, Fransa, Ingilîs û Amerîkayê mafên xelkên xwecih ku xwedîyên sereke yên van warana ne bi aşkirayî tên binpêkirinê. Bi milyonann kes li Amerîka, Ewropa û Kanadayê li ber cihêkarî, bêparîya ji mafên welatîbûnê û tûşî meylên berfire yên nijadperestane ne.

Mijara mafên mirovan li gorî nêrîna idiakerên derewkir ên mafên mirovan di rastîyê da bûye cureke darê zordayîna ser welatên serbixwe. Welatên rojavayî jibo nîşandayîna dilgiranîya tişta ku `` dilgiranîya ji ber rewşa mafên mirovan li Îranê`` wesif dikin, bala xwe didin ser raporên bixerez û sexte ku pirranî bi destê dijberên nizama Komara Islamî ya Îranê raberî wan tên kirinê. Eyan e ku li amadekirina raporên bi vî rengî yên mafên mirovan, armancên seratir ji pîvanên rastî yên mafên mirovan rola xwe hene û xelekek ji bereya tirsandina welatan ji Îranê ne.

Aşkira ye ku mijara mafên mirovan girîngîyeke cehanî heye lê, mirov nikare armancên têkildarî mafên mirovan di bin sîya durûtîyên vî warî da bişopîne. Lewma li bara rapora  Sazîya Navnetewî ya Efûyê û çawanîya karkirina vê sazîyê li raberkirina wêne û dîmenekê ji rastîyên mafên mirovan pirs heye.

Mijara mafên mirovan demekê di xizmeta jordabirina nirxên bingehîn ên insanî yên wek beranberî û dadmendîyê da dibe ku ji sepandina istandardên durû û armancên sîyasî dûr be.