Sibat 23, 2017 14:00 Asia/Tehran
  • Panoramaya muzakirên Jênêv-4`ê li bara Sûrîyê

Muzakirên Jênêvê-4`ê jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê, yê îro li Swîsê destpê bibin û Bişar Ceiferî nunerê dayimî yê Sûrîyê li NY yê serokatîya desteya hikûmeta Sûrîyê û Mihemed Sebir jî ku ser bi Tirkîyê ye yê serokatîya desteya neyaran bike.

Ev muzakire di rewşekê da destpê dibin ku Salim Muselet berdevkê desteya bilind a muzakirekir a neyarên Sûrîyê bi guhertineke aşkira ya helwestê, xwestîye ku bi dewleta Sûrîyê ra bi awayekî rasterast li bara hikûmeta demkî ya veguhestinê muzakirê bike.

Di sê gerrên muzakirên berê ku di sala 2016`an li Jênêva Swîsê hatin lidarxistinê, Stêfan Dî Mîstora nunerê taybet ê NY li karên Sûrîyê nekarî nunerên komên neyarên ên sûrî û dewletê li dora masa muzakirê bicivîne.

Li muzakirên Jênêvê bidestxistina hin rêçareyan jibo sê meseleyan hatîye şopandinê ku lihevkirina li ser pêkanîna dewletê, amadekirina destûra bingehîn a nû û lidarxistina hilbijartinan anegorî destûra bingehîn a nû digire ber xwe. Hêjayî gotinê ye ku komên pişkdarê muzakireyan hertim li ser van sê babetana gengeşe kirine. Di vî warî da Stêfan Dî Mîstora di bin zext û zora neyaran da li bara dema lidarxistina hilbijartinên serokomarî û parlimana Sûrîyê xwest ku ew hilbijartin yê di demeke kurt da bên lidarxistinê. Eva li halekî ye ku rayedarên Sûrîyê pkutîyê dikin ku kifşkirina xişteya karkirinê di van waran sa nemaze kifşkirina planeke demê jibo hilbijartinan mafê gelê Sûrîyê ye û kifşkirina xişteyeke demê di vî warî da divê li gorî rewşa Sûrîyê û herwiha daxwaza gelê vî welatî be.

Xala girîng a din li bara muzakirên Jênêvê eva ye ku dewleta Sûrîyê hertim jibo pişkdarîya li muzakireyan amade bûye û maf û daxwazên gelê Sûrîyê şopandine. Eva li halekî ye ku paşdaketin û yan bêencambûna muzakireyan hasila nakokîyên giran di navbera neyarên pergala Sûrîyê da bûye. Ev helwesta nîşan dide ku dewleta Sûrîyê zêdetir ji her aktorekî din ê navxweyî û derveyî jibo kutakirina qeyrana şeşsalî ya li vî welatî amade ye, qeyrana ku di encamê da bi sedan hezar kes hatine kuştinê û birîndar bûne, bi milyonan kes aware bûne û para zêde ya jêrxanên Sûrîyê kavil bûye.

Li gorî vê rewşê, divê meriv bêje ku di mehên vê dawîyê da nîşaneyên erênî li bara meyla kêmkirina qeyranê li Sûrîyê li asta navnetewî xûya dike. Eva li halekî ye ku helwestên aktorên navçeyî û navnetewî yên têkildarê qeyrana Sûrîyê jî bi dû rizgarkirina bajarê Helebê ji lepên têrorîstan ku bû sedema lawazbûna dijberên hikûmeta Sûrîyê, guherîne. Piştî azadkirina Helebê, rewşa aktorên sereke yên navçê û navnetewî têkildarî qeyrana Sûrîyê guherî û civîna Astanê jî ev yeka nîşan da ku Amerîka, YE û welatên ereb ên dijberê pergala Sûrîyê li piratîkê têkildarî qeyrana Sûrîyê û gerra din a alûgurên li bara qeyrana Sûrîyê hatine dûrxistinê.

Nezelalîya istiratêjîya dewleta Donald Trump jî bûye sebeb ku welatên ewropî ku pirranîya didin dû sîyasetên Amerîkayê, li benda amadekirina istiratêjîya nû ya Amerîkayê li bara Sûrîyê bin. Di rewşeke wiha da ye ku neyarên dewleta Sûrîyê ku cureke sergirdanîyê di nava piştgirên xwe da dibînin, ragihandine ku amade ne bi awayekî rasterast bi dewleta Sûrîyê ra muzakirê bikin ta ku cîgeha xwe li qada sîyasî zêdetir ji vîya ji dest nedin. Tevî ku hin komên neyarê dewleta Sûrîyê ku bi alîkarîya Tirkîyê bi dû misogerkirina cîgeha xwe li el-Babê ne, bi vê zêhnîyetê ku bi dû işkesta li Helebê cîgehek jibo xwe pêk anîne, amadebûna xwe jibo muzakireya rasterast ligel dewleta Sûrîyê jibo danûistandina sîyasî ragihandine.

Di atmosfereke wiha nezelal da, wer xûya dike ku nabe mirov bendevarîyeke zêde li bara muzakirên Jênêv-4`ê hebe û van muzakireyana jî yê destkevtek çêtir ji yên muzakirên berê tinebin.

Lê hema eva ku zemîne jibo gotûbêja komên neyarê pergala Sûrîyê dema muzakireyên sîyasî pêk tê, pêngavek ber bi pêş jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê tê zanînê û çirûsk û tîrêjek  li bara çareserkirina sîyasî ya qeyrana Sûrîyê tê hesêb.