Sibat 22, 2017 16:18 Asia/Tehran
  • Hevdîtina serokên parlemanên welatên beşdar li Konferansa navneteweyî ya Piştgiriya ji Doza Filistînêî digel Rûhanî

Serokomarê Îranê li kêleka şeşmîn konfêransa navneteweyî ya piştgiriya ji serhildana (Întifazeya) Filsitînê li Têhranê digel serokê meclisa şêwraya neteweyiya Filsitînê û serokên mecliosên Oganda, Urdin , Malizya, Libnan û Sûriyê ra hevdîtin û gotûbêj kir.

Hesen Rûhanî, serokkomarê Îranê roja çarşemiyê li hevdîtina digel Selîm El Zeinûn serokê meclisa şêwraya mneteweyiya Filsuitînê got: Îran mijara Filsitînê wek mijara sereke ya cîhana îslamê dizane û ji bo piştgiirya ji geklê bindest ê Filsitînê wê her karekî ji dest bê bike.

Rûhanî got: Lidarxistina Konfêransa Navneteweyiya Piştgiriya ji Serhildana Filsitînê nîşana îradeya neguhêrbar a Îranê ji bo piştgiirya ji gelê Filsitînê ye.

Selîm El Zeinûn seropkê meclisa şêwraya neteweyiya Filsitînê jî li vê jhevdîtinê tevî raberkirina raporekê li bara rewşa filistîniyan li Rexa Rojavayiya Çemêî Urdinê û Zîvala Xezeyê got: Nabe ku tu babetek mijara Filsitînê û sekinîna li hemberî kiryar û cinayetên Rêjîma Siyonîst bixe bin bandora xwe.

Serrokomarê Îranê her viha li hevdîtina Rêbêka Kadaga serokê parlimana Ogandayê kirayrên Rêjîma Siyonîst bi armanca jibîrbirina mijara Filsitînê da zanîn û destnîşan kir: Li gorî rewşa naveyê û cîhan wel divê piştgiriya xwe ji gelê bindest ê Filsitînê bi dengekî bilindtir ragihînin.

Rûhanî her wiha peywendiyên Îran û Ogandayê ber bi pêş av da zanîn û got: Divê rewş û şert û mercên amadebûna kompaniyên îranî li Afrîqayê û bi taybet Ogandayê bi xurtkirina hevkariyên hevpar ên bankî zêdetir ji berê were amadekirin.

Serokê saziya cihêner a Îranê li hevdîtina digel Atêf Yûsêf salih El Terwane serokê parlimana Urdinê got: Îran ji bo xurtkirina peywendiyên duyalî û hevfikrî û hevkariya digel Urdinê ji bo xurtkirina aramî û ewlehiya navçeyê amade ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Kok û bingeha zêdeyî pirsgirêkên navçeyê ji ber dagirkeriya siyonîstan, destwerdana Amerîkayê ji wan dagirkeriya Efxanistan p Iraqê, hewildanan ji bo pêkanîna Rojhilata Navîn a Nû û sepandina têrorîsmê li ser navçeyê ji aliyê Amerîkayê ye.

Atêf Yûsêf Salih El Terwane serokê parlimana Urdinê jî li vê hevdîtinê got ku welatê wî ji bilî berfirekirin û xurtkirina peywendiyên digelê Têhranê di hemî waran da, hewmî hewildanan xwe ji bo piştgiriya ji gelê Filsitînê pêk aniye.

Rûhanî li hevdîtina digel Bandîkar Emîn Hacî Moliya serokê parlimana Malizyayê jî bal kişande ser vîn û iradeya du welatan ji bo xurtkirina danûstandinên Têhran û Koalalampûrê û got: Îran û Malizya divê li warê miajrên cîhana îslamê û mijara Filsitînê rawêjakrî û gotûbêjên kêrhatî pêk bînin.

bandîkar Emîn Hacî Moliya serokê parlimana Malizyayê jî li vê hevdîtinê mijara Filsitînê ji bo umeta îslamî xwedan girîngiyeke zêde da zanîn û li ser hevkariya herî zêdetir a dub welatan li warê çareserkirina pirsgirêkên cîhana îslamê, pêgirî kir.

Serokomarê Îranê li hevdîtina digel Nebîh Birrî serokê parlimana Libnanê jî vîna Komara Îslamî ya Îranê pêkanîna aştî û tenahiyê li navçeyê, cînaretiya baş digel welatên cînar û çareserkirina pirsgirêkên heyî ji riya gotûbêj û hevtêgihîştinê da zanîn.

Nebîh Birrî serokê parlimana Libnanê jî li vê hevdîtinê bi gotina viya ku Têhran û Bêyrût xwedan berjewnedî û dijminên hevpar in, got: Îran ji ebr hebûna li kêleka gelê Fuilsitînê û berxwedana li hemberî komployên dijminan, zextên giran tamil dike.

hesen Rûhanî serokkomarê Îranê her wiha li hevcdîtuina digel Hediye Ebad seroka parlimana Sûriyê ev welata bereya pêşîn a berxwedana li navçeyê da zanîn û got: Piuştgiirya Komara Îslamî ya Îranê ji gelê Sûriyê wê heta serketina dawiyê were domadnin.

Rûhanî pêkanîna aştî û aramiyê li Sûriyê lis er xêra Filsitîn û navçeyê da zanîn û hêvî kir ku Konfêransa navneteweyiya piştgiriya ji Serhildana Filsitînê biakre pêngaveke girîng di riya çareseriya pirsgirêk û kêşeyên navçeyê rabike.

Hediye Ebas seroka parlimana Sûriyê jî li vê hevdîtinê bal kişande ser girîngiya hevaheghngiya Îran û Sûriyê li têkoşîna li hemberî têrorîsmê û got: Sûriyê girîngiyeke gellek zêde dide xurtkiirna peywendioyên giştalî digel Îranê.