Sibat 22, 2017 14:10 Asia/Tehran
  • Îbtalkirina parlemanteriya endama HDP`ê li Tirkiyê

Dewleta AKP`ê li kiryareke bê mînak û bervajî dew û dozên xwe parlemanteriya Fîgen Yuksekdag hevseroka Partiya Demokrata Gelan(HDP) û nûnera gelê Wanê îbtal kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Dadgeha Tirkiyê êvara duh sêşemê li gor hukmekê derheq Fîgen Yuksekdag hevseroka HDP`ê ji nûnertiya xelkê Wanê li parlemana Tirkiyê hate derxistin.

Fîgen Yuksekdag ku hevseroka Partiya Demokrata Gelan(HDP) ye, li hilbijartinên nûnertiya parlemana Tirkiyê weke nûnera wanê li parlemanê hatibû bijartin, lê gor reyî û dengê dadgeha Tirkiyê ku duh gihêşte destê wê, ew îdî nikare bibe nûnera parlemanê. Serokwezîrê Tirkiyê li nama ku ji dadgehê re şandibû îdia kiribû ku Yuksedag ji bo grûpên terorîstî propagandeyan dike  û xwestibû ku ew ji parlemateriyê were derxistin.

Fîgen Yuksekdag û Selahedîn Demîrtaş hevserokên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) û 9 nûnerên din ên vî partî ji aliyê dewleta Tirkiyê hatine girtin.

Ev biryara li civîna civata giştî ya meclisa Tirkiyê û li gor xala 84 a qanûna bingehîn a vî welatî û nama fermî ya serokwezîrê Tirkiyê û li gor hukmê dadgehê hatiye dayîn û ji Yuksekdagê re hatiye ragihandin ku ji viya şûnda ew êdî nûnera parlemanê nîne.

Li gor nama fermî ya ku serokwezîrê Tirkiyê daye meclisa Tirkiyê, Bînalîn Yildirim îdia kiriye ku Fîgen Yuksekdag ji bo grûpên terorîstî teblîx û propaganda kiriye û ew bi vê tawanê ji parlemana Tirkiyê hatiye derxistin.

Bi hukmê derxistina Fîgen Yuksekdag ji meclisa Tirkiyê niha nûnerên HDP li parlemana Tirkiyê gihêştine 58 nûneran û Yuksekdag jî ewil nûnera parleman Tirkiyê ye ku nûnertiya wê piştî hilbijartinan jê tê istandin.

Li halê ku AKP`ê mijûlî teblîxatên li bara guhartina qanûna bingehîn a Tirkiyê û guhartina nizama hikûmetî ji parlemanî bo serokayetî ye, karzanên siyasî bawer in ku ev karê dewleta Tirkiyê, derbelêdana li xwe ye, bi taybet ku xelkê Tirkiyê van cure liv û tevgeran dewama siyasetên Receb Teyb Erdogan serokkomarê wî welatî bi xwe dizanin.

Dewama van siyasetan ji aliyê AKP`ê vê yekê nîşan dide ku eger giştpirsiya qanûna bingehîn û guhartina nizama parlemanî bo serokayetiyê li Tirkiyê bê pejirandin, Erdogan wekî serokkomarê vî welatî dê siyasetên xwe yên dijî kurdên Tirkiyê û yên bi dijminatî li dij kurdan wê bi şidet bi berfirehî bidomîne.

Eva eşkera ye ku nifûsa zêde ji  25 milyon kesan a kurdan li Tirkiyê (30% ji nifûsa Tirkiyê bi giştî) hêdî hêdî ji siyasetên Erdogan bê hêvî dibin û pir muhtemel e ku ew ê li giştpirsiya guhartina qanûna bingehîn û guhartina nizama hikûmetî ya Tirkiyê ji parlemanî bo ser serokayetî dengê Na bidine vê giştpirsiyê.

Ji aliyê din ve navendên siyasî li navçê bi ecibatî berê xwe didin siyasetên hundirî û derveyî yên dewleta AKP.

Ya rast dewama van cure siyasetên navxweyî û derveyî yên dewleta Tirkiyê û Erdogan bi xwe hema ji niha va bûye sebeba vêzariya parek pir ji xelkê vî welatî û parek pir ji welatên cînare Tirkiyê.

L gor rapora ku navenda ``Tirk Stat`` li sala 2012 belav kir, ji xelkê 77 milyonî ku li Tirkiyê dijîn, texmîn tê kirin ku 22 milyon kes kurd bin, loma eva ku AKP`ê nûneratiya Fîgen Yuksekdag îbtal kiriye, pirs ji bo xelkê vî welatî çê kiriye.

Li gor van cure kar û kiryarên dijî kurdan ku dewleta Enqerê îcra dike, wisa diyar e ku AKP`ê gelekê arxayîn e ku giştpirsiya guhartina qanûna bingehîn û nizama hikûmetî ya vî welatî ji parlemanî bo serokayetî serê xwe bigre.

Niha ku dewleta Tirkiyê parlemanteriya Figen Yuksekdagê îbtal kiriye, tenê 58 nûnerên HDP`ê li parlemana Tirkiyê mane.

Helbet HDP`ê partiya sisyan a mezin li parlemana Tirkiyê ye û li dewra dawiyê ya hilbijartina parlemanê ya Tirkiyê Partiya Demokratîka Gelan 59 nûner şandine parlemana Tirkiyê ku tê vê wateyê ku 6 milyon kesan ji xelkê Tirkiyê dengên xwe dane HDP`ê.Dewleta Tirkiyê pêş darbeya leşkerî ya 15 Tîrmeha 2016 ku gelek ji karbidestên saziyên dewletî ji ser karên xwe derxistin jî dest bi zextûzora ser siyasetmedarên kurd kiribû.

Ser bawera Erdogan, ji ber peywendiya HDP`ê tev PKK, ev partiya li proja siyasî ya nav Tirkiyê bi zerer e, eva li halekê ye ku kurdên Tirkiyê dixwazin ku ji riya siyasî li nav vî welatî bigehêjin heq û mafê xwe.