Sibat 21, 2017 18:27 Asia/Tehran
  • Nasandina rawêjkarê nû yê ewlehîya netewî ya dewleta Amerîkayê

Piştî çend rojên pirrnîqaş têkildarî posta rawêjkarîya ewlehîya netewî ya dewleta Amerîkayê, Donald Trump serokomarê Amerîkayê, Hêrbêrt Raymond Mek Mestêr (Herbert Raymond McMaster) jibo vê postê kifş kir. Evgeneralê malnişîn biryar e ku erkên Maykêl Filîn (Michael T. Flynn), jênêralê malnişîn ê din cih bîne ku bi hegera aşkirakirina têkilîya nihênî ya ligel sefîrê Ûrsêtê li Waşîngtonê, neçar ma ku desta ji posta xwe bikêşe.

Di yek meha ku ji destpêbûna dewleta Donald Trump va derbas dibe, Hêrbêrt Raymond Mek Mestêr sêyemîn kes e ku dibe rawêjkarê ewlehîya netewî ya dewleta Amerîkayê. Niha ev posta, kursîya herî bigengeşe li dewleta Trump e.

Maykêl Flîn hema bêje sê hefteyan piştî merasima sondxwarinê ya Trump, di bin zext û zora nivîsgeha alîkarê serokomarê Amerîkayê û herwiha mêdyayên rexnegirê dewletê neçar ma ku desta ji karê xwe bikêşe. Wî dema ku hê dewleta Barak Obama li ser kar bû, li gotûbêjekê ligel Sêrgêyî Kîslîyag, sefîrê Ûrsêtê li Waşîngtonê, ew dilnîya kir ku boykotên nû yên dewleta Obama li dijî Moskovê yê dema desthilatdarîya dewleta Trump bên wêdabirinê. Ev gotin di rojekê da hatin gotinê ku Obama bi hecera êrişên saybêrî yên Ûrsêtê ser Amerîkayê û destwerdana Moskovê li pêvajoya hilbijartinên vî welatî, boykotên nû li dijî Ûrsêtê destpê kiribûn. Ev kiryara, karek li dijî qanûn û berjewendîyên netewî yên Amerîkayê hat zanînê. Lê ev zext û zorên ser Flîn û Trump heta dema ku nûça xapandina Mayk Pens, alîkarê serokomarê Amerîkayê nehatibû weşandinê, bêhasil man. Mideha 3 hefteyan Trump pişta rawêjkarê xwe yê ewlehîya neetwî girt lê dema ku mêdyayan ragihandin Flîn hewl dabû li meseleya peywendîya telefonî ya ligel sefîrê Ûrsêtê li Waşîngtonê, Pens bixapîne, Trump neçar ma ku li hemberî rexnegiran paşda vekişe û zorê bide ser Flîn ku desta ji posta rawêjkarîya ewlehîya netewî ya Amerîkayê bikêşe.

Lê istêfaya Flîn ku tenê sê hefteyan piştî pêkhatina delweta nû ya Amerîkayê pêk hat, pirsgirêk û serêşîyên Trump bi dawî neanîn. Serokomarê Amerîkayê ji Rabêrt Harvard xwest ku posta valamayî ya bi dû istêfaya Flîn ji Kîs Kelog (Keith Kellogg) kefîlê rawêjkarê ewlehîya netewî wergire. Lê bi awayekî çaverênekirî, Harvard ev pêşnîyara qebûl nekir.

Koşka Sipî, pirsgirêkên şexsî û malbata wî wekî hegera neyarîya wî dan zanînê. Lê hin mêdyayan ragihandin ku Harvard bi hegera bêserûberîyê li Koşka Sipî nemaze li beşa ewlehîyê ya dewleta Trump ev pêşnîyara ret kirîye. Herwiha dibê qey Harvard xwestibû ku li bijartina destyar û alîkarên xwe li Konseya Ewlehîya Netewî xwedîbiryar be ku ev daxwaza wî nehatibû qebûlkirinê. Li gorî hin gotegotan jî dibê qey nakokîya li nav Koşka Sipî nemaze têkildarî rola Stîvên Banon (Stephen K. Bannon) istiratêjîstê bigengeşe û tam muhafizekar ê Donald Trump bû sedema vegerîna ji bijartina Harvard jibo posta rawêjkarîya ewlehîya netewî ya ya delweta Amerîkayê.

Bi her havî, niha piştî çend rojên bigengeşe û binîqaş û gêreyên sîyasî, Trump kesekî din jibo posta rawêjkarîya ewlehîya netewî kifş kirîye. Jênêralê malnişîn Hêrbêrt Raymond Mek Mestêrrabhorîyeke dirêj a pişkdarîya li opêrasyonên li Iraq û Efganistanê hebûye. Ev kesa ku wekî jênêralê erf û edetşikên navdar e, di sala 1997`ê da pirtûkekê ser navê `` kêmasîya erkan`` têkildarî nirxandina şerê Vîtnamê û rola serbazên di vî şerê da dinivîse. Koşka Sipî hêvîdar e ku erkdarîya Hêrbêrt Raymond Mek Mestêr li dezgeha herî bilind a hevdengî û biryardayîna sîyasî-ewlehî ya dewletê, li dawîyê nîqaş û gengeşeyên têkildarî wêdaçûna Flîn kuta bike û planên dewletê li karên sîyasî, dîplomatîk, serbazî û ewlehîyê rêkûpêk bike. Li halekî ku wer xûya nake rawêjkarê nû yê ewlehîya netewî ya dewleta Amerîkayê jibo ku bigihêje vê rewşê, rêyeke hêsan  ûbêkêşe ber xwe da hebe, ji ber ku nehîştina bêserûberîyên ku li sîyaseta derve û sîyaseta ewlehîyê ya dewleta Amerîkayê bi dû destpêbûna karê dewleta Trump pêk hatine, yê ewqasî jî hêsan nebe.