Sibat 20, 2017 19:26 Asia/Tehran
  • Giştpirsî, ceribandineke dijwar jibo serokomarê Tirkîyê

Raporên li bara Tirkîyê nîşan didin ku dewleta Enqerê nemaze Receb teyîb Erdogan serokomarê vî welatî jibo serketina li giştpirsîya destûra bingehîn a vî welatî ku biryar e di 16`ê Nîsanê da bê lidarxistinê, hazir her karekî bike.

Derdorên nûçan aşkira kirin ku walîtîya Dîyarbekrê navê penaberên sûrî jî xistîye lîsteya dengderên tirk. Wer xûya dike ku ev biryara dewleta Erdogîn bi hegera hesta xetera têkildarî dengê Na yê gelê Tirkîyê li giştpirsîya destûra bingehîn di roja 16`ê Nîsanê da ye. Encamên pirranîya rapirsîyên vê dawîyê li Tirkîyê nîşan didin ku neyarîyên li hemberî guhertina sîêstema parlimanîyê ser sîstema serokatîyê û zêdekirina desthilatên serokomar roj bi rojê zêde dibe. Lewma Partîya Dad û Geşepêdanê ango AKP`ê hemî fêl û fend û rêbazan ji wan dengê penaberên sûrî yê jibo serketina li giştpirsîya di 16`ê Nîsanê da bikar bîne.

Derdorên neyar li Tirkîyê ser vê bawerê ne ku Erdogan giheştîye vê encamê ku giştpirsîya di pêşde netenê yê ceribandineke dijwar jibo wî di qada sîyasetê piştî alûgurên vê dawîyê yên Tirkîyê be, belkî dikare bandorê li pêşeroja sîyasî ya wî jî bike. Lewma giştpirsîya destûra bingehîn, imtihana herî dijwar jibo şexsê Receb Teyîb Erdogan serokê AKP`ê ye. Erdogan bi dû derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmehê beşeke daxwazên xwe cih anî. Girtina bi sedan hezar kes ji neyaran ji wan piştgirên kurdên Tirkîyê li parlimanê û endamên Tevgera Gulen û piştgirên vê tevgerê û birrîna cezayên giran ên hepsê jibo van kesana û herwiha jikarderxistina personelên dewletê û kesên gumanbar, ji wan armancên kifşkirî li sîyaseta dewleta Erdogîn piştî derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an bûne. Heke guhertinên qanûna bingehîn li Tirkîyê bên pejirandinê, ihtimala dijwarbûna pêvajoya girtina neyaran dûr nîne.

Girtina neyaran bi hecetên curbicur li nav welêt û destwerdana li karên navxweyî yên Sûrîye  ûIraqê li gorî daxwaza hin dewletên paşvero yên ereb ên derdora Kendava Farsê, ji wan sîyasetên şaş ên Erdogîn tên hesêb ku pêrgî bertekên nerênî yên partîyên dijber bûye. Li gorî bawerîya neyarên van kiryar û sîyastên Erdogîn, plana nû ya destûra bingehîn a Tirkîyê jibo çareserkirina pirsgirêkên niha yên vî welatî nehatîye pêşnîyarkirinê. Herwiha ev pêşnîyar bi kêrî geşedana Tirkîyê û pêşxistina civaka vî welatî nayê. Lewma dûr e ku gelê Tirkîyê dengê Erê bide guhertina pergala parlimanîyê bo pergala serokatîyê ya li gorî daxwazên şexsî yên birêz Erdogan.