Çile 20, 2017 16:25 Asia/Tehran
  • Peyama rêberê giranqedir ê inqilabê jibo yêketîyên islamî yên xwendekarên îranî li Ewropayê

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî ya Îranê li peyamekê jibo yêketîyên islamî yên xwendekarên îranî li Ewropayê, ``ciwanî û xwendekarî`` pêşdebirek bihêz wesif kirin ku li warê bidestxistina armancan alîkarîya mêriv dikin.

Rêberê qedirgiran ê inqilabê li vê peyamê ragihand, çaverîtêya ji we xwendekarên ezîz karek zêdetir ji xwesazîya zanistî, dînî û exlaqî ye û çaverêtî ew e ku hûn bandorê li derdora xwe bikin û bi gotin û kiryarên xwe rêwî û şopînerên rêya Xwedê zêde bikin.

Pêkutîya li ser rola bibandor a ciwanan li warê berfirekirina hizra resen a ilahî, wate û têgeheke kûr heye. Vê bandordanînê di rewşa niha da ku ciwan li hin civakan ketine defika îdolojîyên tund, girîngîyeke çarenûsaz heye. Ciwan bi qasê ku avakir û sermayeyên pêşerojê ne, ewqasî jî li ber xetera êrişên fikrî, çandî û bereyên tund ên ji ber îdolojîya xalifî ya bi navê ``mezhebê`` ne. Meriv dikare şop û hasila vê dîyardeya neasayî li fikrên tund û bereyên nijadperest û xalifînên exlaqî û dûrketina ji meinewîyet û olê li civakên rojavayî bibîne ku bûne pirsgirêk.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê di Mijdara sala 2015`ê da li nameyekê jibo ciwanên li welatên rojavayî di vî warî da bi awayekî zelal axivî. Wî di Çileya sala 2014`an da jî peyamek bi vê naverokê jibo ciwanên ewropî û Amerîkaya Bakûr şandibû.

Babeta hevpar a her du nameyên hanê, şîreta li ciwanan li warê naskirina rasterast û bê wasite ya islamê nemaze naskirina dîroka islamê û rabhorîya koledarîyê li deverê û xwendin û lêkolîna li ser nijyarên fikrî û çandî û îdolojîyên mezhebî ye.

Welatên ku roja îro bûne navenda karên têrorîstî û meydana cirîda têrorîstên DAIŞ`ê di rastîyê da beşeke ciwanên xwe ji dest dane û bi vê valatîya mezin yê bi salan tûşî meseleyên civakî, sîyasî û exlaqî bin. Têketin û bandora xirab li hizrên ciwanan bi wateya jinavbirina nijyarên civakê û sistkirina bawerîyên dînî û exlaqî ye. Roja îro jî zilhêzên serdestîxwaz û di serî da Amerîka têrorîsm û fanatîsmê wekî darê destan jibo têkbirina ciwanan û pêkanîna nakokî û dijberîya di navbera islamê û cehana rojava bikar tînin.

Yek ji meseleyên ku di vî warî da zîyan gîhandîye gellek civakan, xafilbûna ji rola avaker a ciwanan e. Girîngîya vê mijarê bû sebeb ku Konseya Ewlehîyê ya NY nêzî 2 hefteyan bi dû weşana duyemîn nameya rêberê inqilabê jibo ciwanên welatên rojavayî, bi pejirandina biryarnameyekê li ser rola ciwanan wekî hêzeke kêrhatî jibo pêkanîna aştîyê û sekinîna li hemberî fanatîsmê bisekine.

Ehmed Hendavî nunerê taybet ê sêkrêtêrê giştî yê demê yê NY li karên ciwanan ev biryarnama destkeveteke berbiçav jibo guhertina zêhnîyeta serdest li bara ciwanan zanî û ew `` mukurhatina li bara rola berbiçav a ku ciwan dikarin li pêkanîna aştîya cehanî bilîzin`` wesif kir. Eva ew rastîya ye ku li peyama rêberê giranqedir ê inqilabê jibo yêketîyên islamî yên xwendekarên îranî li Ewropayê hatîye bibîrxistinê.