Çile 18, 2017 13:17 Asia/Tehran
  • Hevserokên HDP`ê li benda hikmên giran ên dadgehê ne

Dewleta Enqerê dûrxistina çalak û sîyasetvanê kurd ên Tirkîyê kirîye ewlewîyeta karên xwe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoliyê, Dozgerîya Tirkîyê duh jibo hevserokên HDP`ê Selahedîn Demirtaş û Fîgen Yûksekdagê ku li warê piştgirîya ji PKK`ê hatine tawanbarkirinê, cezaya 142 û 83 sal hepsê xwestîye.Hevserokên HDP`ê di meha Mijdarê da ligel 10 parlimanterên vê partîyê ku mafê wan ê parastîbûna li ber dadwerîyê hatîye ibtalkirinê, hatin girtinê.

Hevserokên HDP`ê li gorî qanûna rewşa awarte ligel 10 parlimanterên vê partîyê di meha Mijdara buhurî da hatin girtinê û bera wan dan heps û zîndanan. Pêvajoya helwest û kiryarên dewleta Enqerê li hemberî HDP`ê nîşan dide ku rêvebirên vî welatî dil tunene ji biryara xwe ya sekinîna li hemberî karên sîyasî bên xarê û xwe jibo neramîyên zêdetir ên navxweyî amade kirine.

Li gorî rewşa aloz û bêewlehîtîya li Tirkîyê, daxwaza cezayên giran jibo hevserokên HDP`ê dikare rewşa navxweyî ya Tirkîyê aloztir bike. Ev daxwaza cezayê li halekî ketîye rojevê ku dewleta Enqerê heta rewşeke wiha dijwar jibo Ebdulah Ocalan serokê PKK`ê jî nexwestîye. Di navbera dewleta Enqerê û PKK`ê da ji meha Kanûna sala 2012`an va muzakirên çareserkirina meseleya kurdên Tirkîyê destpê bûn lê teqîna têrorîstî ya Tîrmeha sala 2015`ê li bajarê Sirûçê ew gotûbêj tam sekinandin. Di yek sala buhurî da jî şer û gêreyên di navbera artêşa Tirkîyê û hêzên PKK`ê da berdewam bûn. Niha vê gêreyê pêsîra hin partîyên nav Tirkîyê girtîye.

Dozgerîya Tirkîyê ragihandîye ku tawana sereke ya hevserokên HDP`ê, hevkarîya ligel PKK`ê ye. Dozgerîyê ragihandîye ku HDP`ê baska sîyasî ya PKK`ê ye. Lê hevserokên vê partîyê vê yekê bêbingeh dizanin.Hevserok û rêvebirên HDP`ê ser vê bawerê ne ku ew tenê ji ber neyarîya li hemberî plana Erdogîn a guhertina pergasla vî welatî ji parlimanîyê bo serokatîyê tên cezakirinê.

Dewleta Enqerê bi saya qanûna rewşa awarte mafê parastîbûna li ber dadwerîyê yê hejmareke parlimanterên kurd ibtal kirîye. Ev qanûna ku bi dû derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmehê li Tirkîyê hatîye pejirandinê, rê dide dewleta Enqerê ku hemî neyarên sîyasetên navxweyî û derveyî yên Tirkîyê bigire û bavêje zîndanan. Dewama van karana ev gumana xistîye rojevê ku dewleta Enqerê rewşa awarte hema jibo vê meremê pejirandîye. Li halekî ku ev gêreya dikare berdêleke giran bide ser mile Enqerê nemaze HDP`ê sêyemîn partîya pirrhogir li meydana sîyasî ya Tirkîyê tê hesêb.