Çile 17, 2017 18:06 Asia/Tehran
  • Veguhestina balyozxaneya Amerîkayê bo Beyt Ul Muqedesê

Bereberê desthilatdariya Doland Trump, serokkomarê bijartî yê Amerîkayê li vî welatî, hin civakên siyasî yên Amerîkayê û medya siyonîst, ragihandin ku Trump bi biryar e ku bona cihanîna sozên xwe, balyozxana Amerîkayê ji Têlavîvê bibe Beyt Ul Muqedesê.

Hin çapemeniyên Siyonîst ji wan rojnameya siyonîstî ya Haarêts`ê  jî ragihandine ku Donald Trump, serokkomarê bijartî yê Amerîkayê, dema desthilatdariyê, wê balyozxana xwe bibe Qudsê. Klêyan Kanwêy (Kellyanne Conway) şêwirmendekî payebilind ê Trump jî gotiye ku Trump piştî bi destanîna serokomariya Amerîkayê di roja 20`ê Çileya 2017`an de, heta şik û gumaneka biçûk jî jibo birina balyozxana welatê xwe ji Têlavîvê bo Qudsê naxe dilê xwe.

Biryara Trump ya jibo veguhestina balyozxana Amerîkayê ji Têlavîvê bo Beyt Ul Muqedsesê, li halekê ye ku biryarnamên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY)  û ji wan biryarnama 478`an, her cure kiryara serdestîxwez a Îsraîlê li Beyt Ul Muqedesê batil ragihandiye û ji hemî xelkê cîhanê jî xwestiye ku bi siyasetên Îsraîlê yên li Beyt Ul Muqedesê hevrê nebin. Lêbelê Rejîma Siyonîst niha bi saya rewşa niha ya ku serokomarê bijarte yê Amerîkayê wekî siyasetmedarekî bê tecrûbe û bi axiftinên xwe pêk aniye, dil heye ku siyasetên xwe yên serdestîxwez li Erdên Dagîrbûyî yên Filistînê û bi taybet Qudsê, pêşda bibin.

Di rewşeka wiha de siyonîst tevî xercên zav ên ku ji ber karên wan ên li Qudsê wê pêk bên, hewl didin van xercana bêxin ustiyê xelkê Amerîkayê. Tevî hestyariya ku mijara Qudsê jibo filistîniyan û bi giştî jibo cîhana Îslamê heye her cure hereketa Amerîkayê jibo hevrêtiya bi siyasetên serdestîxwez ên Îsraîlê li Qudsê dikare jibo Amerîkayê xerc û berdêlên siyasî, dîplomatîk û aborî hebe. Karên wiha wekî xwekujiya siyasî ye û ev siyaset û kiryarana Trump ku ji ber van siyasetan li qada navxweyî û navneteweyî de rexneyên zav rûbirûye wê biben sedema zêdebûna astengî û pirsgirêkên wî û ji ber vê yekê wê hêrsbûn û nefretek zav li qada navçê û cîhanê ji Trûmp re pêk bîne.

Tevî van rastiyan e ku dewletên Amerîkayê heya niha berovajiya xwestekên bi dûhev ên Kongereya Amerîkayê jibo cihanîna xwesteka Parlemana Îsraîlê û veguhestina balyozxaneyê ji Têlavîvê bo Beyt Ul Muqedesê, ev kara nekirine. Lê Trump niha biryar daye ku vê cixiza sor derbas bike û biryar daye ku pêşniyarqanûna Meclisa Nûneran a Amerîkayê ya li ser veguhestina balyozxanê ji Têlavîvê bo Beyt Ul Muqedesê (Quds) cih bîne.

Li halekê ku para zêde ya dewletên ku peywendiyên wan ên siyasî bi Rejîma Siyonîst re heye, ji tirsa berteka raya giştî, nexwestine ku xwesteka Rejîma Siyonîst cih bînin. Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Ewrûpayê (YE) bi hişmendî xwe ji liv û tevger û helahelayên Amerîkayê jibo veguhestina balyozxaneya xwe ji Têlavîvê bo Qudsê, wêde dane. Wisan ku Fedêrîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê piştî li darxistina civîna wezîrên karên derve yê Yekîtiya Ewrûpayê li Brûksêlê, bi aşkera ragihand ku ev yekîtiya wê avahiya xwe ya dîplomatîk li Têlavîvê veneguheze Beyt Ul Muqedesê. Ev ragihandina helwêstê ya Ewrûpayê, vê yekê nîşan dide ku dijayetiyên bi siyasetên Trump ketiya nav qada navneteweyî heta dewletên ewrûpî jî naxwezin ku ji viya zêdetir bi siyasetên serdestîxwez ên Îsraîlê re li navçê de hevrê bibin.