Çile 17, 2017 13:59 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Sûriyê û Muzakireya bi rayedarên Îranî ser gotûbêjên Astaneyê

Sefera serokwezîrê Sûriyê ya Tehranê û gotûbêja wî bi rayedarên îranî berî Muzakireyên Astaneya Qezaqistanê ji aliyê karzanên siyasî girîn tê nirxandin.

Şopandina Lihevkirinên du welatan ser meselên aborî, siyasî û ewlekariyê û hilkolandina riyên parastina destkevtên dawiyê li Sûriyê bi taybetî azadkirina bajarê stratejîk ê Helebê û muzakireya Astaneya Qezaqistanê ji mijarên sereke ne ku rayedarên Îranê û Sûriyê ser wan bi hev re gotûbêjê dikin.

Eva di rewşekê ye ku wezîrên karên derve yên du welatên Îran û Rûsyayê Muhemed Cewad Zerîf û Sergey Lavrov şeva derbasbûyî bi telefonê ser muzakireyên aliyên sûrî û dewleta Sûriyê li Astaneyê bi hev re şêwirîn û gotûbêj kirin.

Biryar e muzakireyên Astaneya Qezaqistanê di navbera nûnerên grûpên dijber ên sûrî û dewleta Sûriyê li 23 Çileyê bi beşdariya taximeke Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rê kevin. li vê rewşê de ev pirs ji aliyê karzanên siyasî dikeve rojevê ku gelo ev muzakireyan wê bikarin Sûriyê ji şêr û krîzê xilas bikin an na?

Bê şik ji bo ku senariyoyên pêşerojê ji Sûriyê re bi dirustî werin niraxindin, çend teorî û guman hene ku divê bên hilkolandin û zelal kirin.yek ji wan ku mirovê dikar bibêje ya herî girîng e, qahêmkirina cihê hikûmeta rewa û qanûnî ya Beşar Esed li Sûriyê ye. Pêvajoya guhertin û bûyerên vê dawiyê li Sûriyê jî nîşan didin ku her diçe ev teoriya li Sûriyê de cih û şûneke qahêm ji xwe re dibîne. Çûnku dijberên çekdar li Sûriyê tevî ku ji gelek grûp û desteyan pêk tên û hin ji wan jî grûpên terorîst yên wek Bereya El-Nusreyê û DAIŞ`ê ne, bi tenêtî nekarîne bigihêjin armanc û hedefên xwe li Sûriyê. Ji viya zêdetir eva ye ku nasname û pênaseya armancên wan a rastîn  ji ber şerê wan ku ne şerekî pîroz e ne jî ji bo xwestekên gel, eşkeratir bûye.

Eva ku roja îro grûpên tekfîrî lê digerin li deverên din ên nû bi deshlat bibin û li wan deveran derz bikin ji ber vê yekê ku ew pêhesyane ku êdî nikarin li Sûriyê de pêşde biçin. eva di rewşekê ye ku berî viya wan li Sûriyê senariyoyên curbicur dişopandin ku ya sereke ji navbirina hikûmeta qanûnî ya vî welatî û perçekirina axa wê bû. Ji aliyê din ve nivîsar û nameyên veşartî yên balyuzxanên Amerîkayê ku Wikileaksê ew eşkera kirine îsbat dikin ku sebebkarê sereke ya krîza Sûriyê Amerîka û Îsraîl e herçend ku ew niha terseyê vê yekê îdiayê dikin, lê wan ji sala 2006 senariyoya vê krîzê amadekiribûn, ta ku bi vî awayî Sûriyê ji nav mêhwera berxwedanê derxin.Lê belê şikesta Îsraîlê ji Hizbullaha Libnanê li şerê 33 rojî û şikesta wê li şerê 22 rojî ya Gazayê li sala 2008 cihanîna vê senariyoyê paşda xist. Cihanîna vê projê li çarçêva şereke wikaletî (Proxy War) bi beşdariya Amerîka û Îsraîlê û bi rola sereke ya Tirkiye, Erebistan û Qeterê hat şopandin.

Li belgeyên ku Wikileaksê eşkera kirine rayedarên wezareta derve ya Tirkiyê bi alîkarê wezareta karên derve ya Amerîkayê William Joseph Burns re gotûbêjên curbicur pêk tînin û biryar tê dayîn ku Tirkiye bixebite bi saya dijberiyên etnîkî û olî ji wan dijberiyên navbera şîe û sune bê ewlehî û aloziyê bêxe nav Sûriyê û hakimiyeta Beşar Esed lawaz bike da ku bikarin vî welatî ji nav xeleka dijminên Îsraîlê derxin û Tirkiye jî bikare tevgerên kurdên Sûriyê serkut bike.

Lê niha ji ber guhertinên pêkhatî li qadasiyasî ya cîhan û navçê û pêşketinên vê dawiyê yên hikûmeta Sûriyê li meydana şêr û siyasetê bi taybet piştî azadiya bajarê stratejîk ê Helebê,  Sûriye ketiye nav qonaxeke nû ku faktora wê ya sereke amadbûna rewşê ji bo gotûbêjên sûrî-sûrî bi piştgiriya NY ye. Li vê çarçovê de bi taybet piştî azadiya Helebê dema ku Tirkiyê dît siyasetên wê yên berê li bara Sûriyê negihêştin encamê û rewş ji bo wê bi xwe jî xirab bû hewl da ku xwe ji wan siyasetan dûr bêxe û  ji rû ve xwe nêzîkî Rûsya û Îranê bike ku encama vê yekê daxuyaniye 20Kanûnê li Moskowayê bû ku naveroka wê vexwendina cîhanê bo şerê li dij terorîzmê, sekinîna ser yekperçetiya axa Sûriyê û nehebandina riyên leşkerî bo krîza Sûriyê û cihanîna biryarnama 2254 a Konseya Ewlekariyê ya  NY û birêxistina muzakireyên Sûrî-Sûrî li Astaneya Qezaqistan bû. Lewra bijareyên nû ji bo pêşeroja nizama Sûriyê pêk hatiye ku rast li nuqteya hemberî hedefên dijminên vî welatî ye.