Çile 16, 2017 18:11 Asia/Tehran
  • Yeksaliya cihanîna rêketinnama navokî û bêsoziyên Emerîkayê

Mideha 12 mehên buhurî da em şehedê bêsozî û sistiyên Emerîkayê û hin welatan li bara cihanîan rêketinnama navokî bûne û dijmiantiya wan rojbirojê zêdetir dibe.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa karûbarên hiûqî û navneteweyî û serokê îranî yê komîteya cihanîna  rêketinnama navokî li yekim salvegera cihanîan rêketinnama navokî li civîna rojnamevaniyê li Têhranê bal kişand ser vê yekê û got :Emerîkî û ewrûpiyan di sala buhurî da hindî karîn ser riya  cihanîna  rêketinnam anavokî pirsgirêk û berbend çêkirin lê Îranê li hember wan mudaxilana sekinî û hewl da pirsgirêkan çareser bike.

Hevhatina navokî du mijarên  berfireh digre ber xwe. Mijara  ewilî,  seqamgîrkirina  mafên navokî yên Îranê weke mafekî rewa ye. Mijara dudiyan bandorên cihanîna rêketinnama navokî li çarçêva  rakirina boykotan û tawanên Îranê li xebatên navokî ye ku ji behs û nîqaşên  herî dirêj li muzakirên rêketinnama navokî tê hesabê.

Îdiayên  hilêxistî li bara hitmala  xebata eskerî têkildarê  rêketinnama navokî(PMD) tam hatiye çareserkirin.

 Ji hêla teknîkî û dewama xebata  navokî jî, niha vê gavê Îranê mafê zengînkirina  uranyomê heye lê asta zengînkirinê jibo dewreyeke  diyarî sedî 3.5 û her wiha asta  berhemên zengînkirî jî kêm kiriye. Herçend ku  li dereqa sala derbasbûyî eniyên ku li çend salên buhurî bi heceta  bernama navokî pêk hatibûn, hilweşyan û boykot têk işkestine lê hîn  hin mesele hene ku ser riya rêketinnama navokî berbendan çê dikin.

Emerîkayê boykotên  li dijî îranî yên têkildarê bernama navokî ya îranê rawestandiye lê boykotên din bi mehneya  hêza mûşekî an îdiaya  binpêkirina mafên mirovan û tawanbarkirina  Îranê bi piştgiriya ji terorîzmê domandiye. Cirîmên  wezareta Xizînedariya  Emerîkayê jî li dijî bandên  navneteweyî ku bi Îranê re danûsatndinên diravî hene jî hema didomin. Destpêka  Kanûna  buhurî, kongira Emerîkayê qanûna  boykotên  xwe li dijî Îranê, ISA`yê heya 10 salên din jî domand. Dirjkirina  van boykotan her weke  binpêkirina  hevhatina navokî ye .

Ev liv û tevegr pişka Îranê ji rêketinnama navokî dixe ber şik û gumanan.  Jibo piştrastkirina  vê meselê, Iraqçî destnîşan kir hîn hin berbendê hene û ji wan li warê bankî hîn pirsgirêk  bi tûn çareser nebûne. Loma  mesela  Îranê, xwesta li çarçêva hevhatineke  navneteweyî ye ji ber ku Emerîkayê ser riya  rêketinnama navokî pirsgirêk  çê kiriye. Li rêketinnama navokî hatiye destnîşankirin hemî aliyên rêketinnama navokî berpirsiyar dibin rê li ber hevkariyên  aborî yên  Îranê û xebitandina  sermayê li warên curbicur bitaybet nift û gazê negrin.

Rêketinnama navokî berpirsiyariyeke  navneteweyî û hevhatineke çendalî ye. Her wek Iraqçî jî destnîşan kir:Îran li bara  hevtainnama  navokî cardinê muzakirê nake jiber ku  pêsipartên xwe cih aniye.

 Reftara Emerîkayê û karnama yeksalî ya rêketinnama navokî nîşan dide dijminatiya  Emerîkayê bi Îranê re vedigere  ser dijberiyên  Emerîkayê bi bingeha  nizama Komara Îslamî ya îranê û madam Îran ser prensîp û helwestên  xwe yên berheq û rewa bisekine, dê ev dijmiantî jî bi mehneyên  curbicur bidomîne.