Çile 15, 2017 20:26 Asia/Tehran
  • Vejiyandina  xwendingehên Fethullah Gulen li Qirqîzistanê

Tevî girêdana xwendingehên nasiyar bi tevgera Xizmetê ser bi Fethullah Gulen li Qirqîzistanê, li rojên derbasbûyî hin liv û tevgerên siyasî yên vî welatî ser vejiyandina xebata van xwendingehan li Qirqîzistanê tekez dikin.

 Piştî darbeya 15 Tîrmeha buhurî li Tirkiyê, daxwaza vegerandina  Fethullah Gulen ji Emerîkayê bo Tirkiyê û girêdana  hemî saziyên  hîndekariyê û propagendeyî yên ser bi Gulen li welatên curbicure cîhanê ji wan  nihêrînên  dewleta Enqerê li warê dîplomasiyê ye.  Komarên  Asiyaya navendî û di serî de Qirqîzistan, pêşengê qebûlkirina daxwaziay Tirkiyê bûn. Piştî wê jî Komarên navçê û heta Pakistan li navça başûrê Asiyayê bersiva erênî dane daxwaziya dewleta Enqerê ya derheq qedexetiya xebatên  tevgera Gulen û xwendingehên  ser bi wê.

Girêdana  van xwendingehan ji ber barê aborî ya ji ber wêdebirina  fêrgehên  Gulen ser aboriya  welatên  nmazûvan,  hin rexne nav derûdorên  van welatan pêk anî.

 Xêncî viya, qebûlkirina  ev daxwaziya Tirkiyê wek binpêkirina  serbixwetiya  welatên  welatên mazûvanê xwendingehên  Fethullah Gulen hat nirxandinê.

 Niha ku kêmtir ji 6 mehan ser tehtîlbûna  xebata  xwendingehên  Fethullah Gulen li Qirqîzistan û hin welatên  navçê derbas dibe,  dengê vejiyandina  van xwendingehan  li nav derûdorên  van welatana  ji wan li xwendingehên  Qirqîzistanê tê bihîstin li halekê ku  hîndekariya  li xwendingehên Fethullah Gulen li gor pênaseya  taybet a şexsê Gulen li bara  olê û çarçêva  fêrgehê ye .  Bêguman ser navê vejiyandina  qaşo hîndekariya olî li gorî prensîpên  nû yên fêrgehê dixweze ku  li welatên  hanê mudaxilê bike.Fethullah Gulen  ku li xwendingehên  Îmam Xetîb û kalêca Îlahiyata  Tirkiyê ders xwendiye bi mehna  pêkanîna hevgirtina navbera gelan lê bi armanca  belavkirina  mezheba henefî, bingehên  aborî, hîndekarî û çandî yên curbicur li nav û dervey Tirkiyê damezrandiye.

Fethullah Gulen ser vê bawerê ye ku  mamostên ku ji Tirkiyê jibo hîndekariyê diçin welatên  curbicur dikarin mîna dîplomatan  reftarê bikin û bibin  preyeya navbera  Tirkiyê û cihê erkdariya xwe û rewşê jibo hevkariay çandî û aborî jî xweş bikin. . wate  mamosteyên  şandî yên saziyên Gulen bo welatên armanc mîna  mîsyonerên  mezhebî yên ewrûpî li qurnên derbasbûyî, xebata  mezhebî û hîndekariyê danîn nav bernamên xwe. Armanc eva ye ku  kadroyên  rêberiyê yên pêşerojê li van welatan perwerde bikin û rewşê jibo  mudaxial mezhebî, siyasî û aborî yê Tirkiyê li van welatan xweş bikin.

li hundirê welêt jî zarokên  rayedarên  pilebilind ên Tirkiyê û welatên navçê û bi taybet zarokên  balyoz û nunerên welatên  biyanî yên rûniştiyê navçê jî li van xwendingehan dersê dixîwnin. Hejmara zêde ya  kesên ku ji siba  roja darbeya Tîrmeha buhurî li Tirkiyê ketine ber tevgear  paqijkirinê ya  Receb Teyib ERdogan, asta nifûz û kadroçêkirina xwendingeh û saziyên hîndekariyê yên Fethullah Gulen nav civaka Tirkiyê nîşan dide. Ev rewşa li welatên  armancê hîndekariya Gulen jî tê dîtin. Lê dîsa jî lawaziya  aborî ya welatên mîna  Qirqîzistanê li beşa hîndekariyê,  bûye sedema  hitmala  venihêrîna  rayedarên  vî welatî ibo vejiyandina  xwendingehên Fethullah Gulen li vî welatî.

 Ev nihêrîna dikare  bibe sedem  Tirkiyê  têkiliyên navbera Enqerê û Bîşkekê venihêre.  Siyaseteke wiha  heta dikare  bê hemen lezgîniya  ku ser daxwaza Tirkiyê xwendingehên  Fethullah Gulen li Qirqîzistanê hatin girêdanê, bibe  destpêkek jibo pêkhatina  dîmînoya vejiyandina  xebata tevgera Fethullah Gulen li Asiyaya navendî.