Şêwirînên li Moskowayê, kivşkirina çarçêvan jibo civîna Astanê
Astana paytexta Qezaqistanê 23 Çillê dê bibe mazûvanê civîna Sûriyê. Civîna ku Îran û Rûsiye û Tirkiye pêştir jibo lidarxistina wê li hev kirine.
Huseyn Cabêriyê Ensarî, Mîxayîl Bogdanof, alîkarên wezaretên karên derve yên Îran, Rûsiye û Tirkiyê berêvariya roja înê li Moskowayê li civîneke sêalî, meselên Sûriyê hilkolandin.
Biryar e civîna Astanê bi beşdariya nunerên dewletê û neyarên Sûriyê bi çavdêriya sê welatên Îran, Tirkiye û Rûsiyê û beşdariya nunerê NY were li dar xistin. Herçend ku Rûsiye, Îran û Tirkiye li çarçêva daxûyaniya Moskowayê rewşa destpêkirina muzakirên siaysî û damezrandina agirbesa giştalî li Sûriyê xweş kirine.
Lê ev civîan tim ketiye ber hin zextan e.
Mewlûd çawûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê êvara pênşemiyê li kêleka muzakiran li bara Qibrisê ji nûçegihanan re got: Divê Emerîka bo civîna Astanê bê vexwendinê.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê destnîşan kir, vexwendinnameyên muzakirên AStanê dê heftiya dinê werin şandin û Renge Waşengton jî beşdar bibe. Çawûşoglu sergirtî bala xwe da ser vê yekê ku li civîna Astanê tenê Emerîka beşdar nabe û tekez kir: Tu kes nikare çavê xwe ser rola Emerîkayê bigre. Rayedarên Tirkiyê pêştir ser hizûra ERebistanê jî li vê civînê tekez kiribûn.
Li halekê li bara zelalbûna rola Emerîkayê û ERebistanê li Sûriyê hin şik û gumanên cidî hene. Ev şik û guman piştî azadkirina Helebê ji destê terorîstan û civînên ku neyarên çekdar ên sûrî li Riyazê lidar xistin berbiçavtir jî bûye.
Daxûyaniya ku li muzakirên MOskowayê li 20 Kanûnê li dawiya civîna wezîrên karên derve yên Îran , Rûsiye û Tirkiyê hat weşandin ser dewama hewldanên hevpar jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê sekinî. Daxûyaniya civaka cîhanî jibo hevkariya li dijî terorîzmê, parastina yekperçetiya erdê û redkirina rêçara eskerî, cihanîna biryarnama 2254an a NY û alîkariya giştalî bo sûriyan ji xalên daxûyaniya Moskowayê ye.
Di vê rewşê de çend xalên giring hene, ya yekê eva ye ku Li muzakirên Astanê alûgurên Sûriyê ên vê dawiyê bi alîkariya NY dikarin bighêjine encameke baş. Dewama vê pêvajoyê dikare bibe pêngaveke baş û giring jibo gihêştina bo aşitiyê û rawestandina kiryarên terorîstî li Sûriyê.
Xala dudiyan jî pêkhatina dîskors û gotûbêjekê ye ku ser rola dewleta Beşar Esed li gotûbêjên sûrî-sûrî disekine. li halekê ku Emerîka, ERebistan, Tirkiye û Qeter û grûpên terorîstî li Sûriyê pêşşerta her cure civînekê li bara Sûriyê wêdebirina Beşar Esed dizanîn.
Lê ezmûn û mentiqa siyasî dibêje kutakirina qeyrana Sûriyê maye ser hevkariya û hevdengiya navneteweyî tev dewleta Sûriyê li warê arwestana li ber cureyên terorîzmê û her wiha cihanîna biryarnemyên Konseya Ewlehiyê ya NY li vê barê.
Niha bi piştgiriya NY ji hewldanên Îran û Rûsiyê, daxwazî û întizarên ji civîna AStanê zêde bûne.
Ji xwe biryar e Civîna Astanê amadekirina jibo muzakirên aşitiyê li JInêvê bin çavdêriya NY be ku Îstefan Dê Mîstora nunerê NY li karûbarên Sûriyê ragihandiye ku dema wê dê , 8 Sibatê be.