Cotmeh 27, 2016 19:24 Asia/Tehran
  • Gotinên Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê li hevdîtina serokomarê Fenlandê

Hz. ayetullah uzma Xamineyî desnîşan kir: Ji bo rawestana li ber terorîsmê vîna cidî û îradeya qahêm a wan kesan pêwîst e ku di nav qawet û deshilatdarên navneteweyî de bi deshilat û bi bandor e û baqilên cîhanê û dewlet û deshilatdarên bi şeref ên dinyayê ji bo jiholêrakirina vê diyardeyê û kokbirkirina vê fikr û tevgerê karekî bikin û pêngavekê rakin.

Hz. ayetullah uzma Xamineyî rêberê mezin ê  Înqilaba Îslamî ya Îranê li hevdîtina serokomarê Fenlandê, Sauli Niinisto û taxima pêre bal kişand ser diyardeya reş a `Terorîzmê`  wekî derd û kula kûr û bi jan a civaka mirovaniyê  û desnîşan kir: Ji bo rawestana li ber terorîsmê vîna cidî û îradeya qahêm a wan kesan pêwîst e ku di nav qawet û deshilatdarên navneteweyî de bi deshilat û bi bandor e û baqilên cîhanê û dewlet û deshilatdarên bi şeref ên dinyayê ji bo jiholêrakirina vê diyardeyê û kokbirkirina vê fikr û tevgerê karekî bikin û pêngavekê rakin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li vê hevdîtinê ku duh berêvarê pêk hatherwiha helwêstên Sek. giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) yê vê demê bi şidet rexne kirin û got:Sek giştî yê NY bi eşkera gotibû em nikarin Erebistana Siûdî ji ber qirkirina zarokên yemenî şermezar bikin çûnku em hewcemendê diravê siûdî ne. Bi rastî eva rewşa diltezîn a exlaqê di nav siyasetmedarên cîhan ê eyan dike û em hêvîdar in sekreterê din ê NY ku bi zûtî dewsa yê niha digire, bixebite mewqiya serbixwe ya NY were parastin.

Rêberê Înqilaba Îslamî bi caran pêgîrî kiriye ku divê kok û maka peydabûn û pêkhatina tevgerên tundra û radîkal û terorîstî werin naskirin û ev siyaset û dîtina nîşana vê yekê ye ku ewlehiya navçê û cîhanê ji Komara Îslamî ya Îranê re pir girîng e. Li vê çarçovê ye ku rêberê Înqilaba Îslamî naskirina heger û sebebên pêkhatina tunrêtî û terorîzmê bona kokbirkirina wê girîng dizane . Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî piştî ku bale dikişîne ser sebeb û sedemên terorîzm û fanatîzmê, desnîşan dike ku Amerîka û hin dewletên din li gor berjiwendiya xwe hesaban dikin û derdê wan çareserî û jinavbirina terorîzmê li Iraq û Sûriyê nine.

Eva pirsgirêk û derdekî mezin e ku li van salên dawiyê bûye sedem berfirebûna terorîzmê û hewldanên grûpên terorîstî yên wekî DAIŞ`ê. Piyê terorîzma DAIŞ`î niha gihêştiye Ewropayê jî, eva di rewşekê de ye ku Amerîka û hin dewletên ewropî bi xwe bûne sedema pêk hatine vê diyardeya tal û reş.

Hz. ayetullah uzma Xamineyî li hevdîtina xwe ya biserokê `Konseya Serokomariyê` ya  Bosniya Herzogovîna Baqir Îzet Begovîç jî got: Diqewime ku ev Hevpeymaniyana li hin babetan şerê li dij terorîstan bikin, lê ew ne li Iraqê , ne jî li Sûriyê naxwazin terorîzmê kokbir bikin û siyasetên wan ên şerxwazî û xêrnexwaziyê  her roj ji civaka mirovan re pirsgirêkan çê dikin.

Gotinên rêberê Înqilaba Îslamî li hevdîtina van du rayedarên ewropî, wan meselên girîng tîne bîra mirov ku rêberê Înqilabê piştî êrişa terorîstî ya 2014 ya Parîsê li du nameyên ku ji  bo ciwanên welatên rojavayê  dest danîbû ser wan û rêberê Înqilabê li wan naman de sedem û sebebên pêkhatina tevgerên terorîstî û radîkal şirove kiribû û anîbû ziman ku jirêderketina olî û exlaqî li civaka rojavayê bû sedema van meselan.

Rewşa niha li navçê û zêdebûna fukarên cîhanî ji xwe ji encamên kar û kiryarên xapokîn yên dewletmend û deshilatdarên Amerîkayê çavkanî digire û niha ew bûye gotina devê namzetên serokomariyên yên Amerîkayê li kampînên wan ên hilbijartinê ku her yek aliyê din sûçkar dizane.

Lewra dema mirov bi diqet li ser van pirsgirêkan difikire pêdihese ku siyasetên zêdexwazane yên qawetên cîhanî bûne sedema sereke ya pêkhatina van pirsgirêk û derd û belayan, bê şik heya dema ku ev zêdexwaziyana hebin terorîzm û radîkalîzm jî her hebe û tenê riya kokbirkirina wan rawestan û berxwedana netewan e.