Îlon 27, 2016 19:24 Asia/Tehran
  • Sekreterê giştî yê NATO`yê ser nebûna dijberiyê navbera NATO û artêşa ewrûpî tekez kir

Jens Stoltenberg, sekreterê giştî yê NATO`yê roja sêşemiyê li kêleka civîna wezîrên berevaniyê yên YE li Biratîselawayê paytexta Slowakiyê ragihand ku tu dijberiyek navbera berevaniya wrûpî ya bihêz û NATOya bihêz tine. Maykel Falon wezîrê berevaniyê yê Inglîzê lê roja sêşemiê jibo pînekirina dijberiya Londonê li hember pêkanîna artêşa hevpar a ewrûpî got ev kiryara dê îqtidar û qaweta NATO`yê lawaz bike.

Wî got ku dê Inglîz piştî derketina  ji YE jî dijberê her cure fikr û hizrekê li bara artêşa ewrûpî be. Avakirina  artêşa yekgirtî ya ewrûpî ji midehek berî niha ve  di rojeva endamên sereke yên YE bitaybet Almanya û Fransayê de ye.

 Li gor nihêrîna  van du welatan avakirina  artêşa ewrûpî di rewşa niha de jibo rawestana li ber gefan  dê sedî sed cih were û pêşiya wê nayê girtin.  Almanya wek welatê herîmezin û herîgiring ê YE û ji endamên  sereke yê NATOyê eşkere ser avakirina  hevalbendiya  anvbera artêşa Almanyayê tev  aertêşên din ên ewrûpî axiftiye. Fransa û Almanya bi pêkanîna  tîpeke hevpar li vê bare pêngavên seretayî rakirin lê ji ber heznekirina welatên din ên Ewrûpayê bo beşdariya li artêşa ewrûpî û her wiha hilêxistina  avakirina  nijyareke  eskerî ya parallel a NATOyê, plana  avakirina  vê artêşê ewqas pêş neketiye.

 Niha  rewşa siaysî û ewlehiyê ya Ewrûpayê bi derketian Inglîzê ji YE,  guheriye. Li gorî nihêrîna  Almanya, Fransa dive YE  ji NATOyê cida bibe û artêşeke serbixwe jibo parastina  ewlehî û berevaniya ji xwe li hember gefên muhtemel û berteka destxwe li hember bûyerên ewlehiyê li Ewrûpayê hebe. Du endamên giring ên  NATOyê yanê Emerîka û Kanada dervey sînorên Ewrûpayê ne. Her wiha jiber ku  biryarên ku NATO  jibo kiryarên eskerî dide dive bi li hevkirina endamên wê cih were loma  tê payîn ku  Emerîka û Kanada li hember biryarên  endamên ewrûpî yên NATOyê dijberiyê bikin.  Inglîz ji dijberên  sereke yê avakirina  artêşa Ewrûpî ye û avakirina wê ji ber ehbûan NATOyê bi wateya  lawazkirina  NATOyê,  karekî parallel û xisarkirina  çavkaniyên  aborî û hêza însanî dizane.  Bi derketina Inglîzê ji YE wer xûya dike ev berbena  mezin ji riya  avakirina  artêşa ewrûpî  hatiye hilanînê. Lê gotinên  wezîrê berevaniyê yê Inglîzê nîşan dide ku  Londonê dil heye  bi awayekî cidî nehêle ku  artêşa ewrûpî ava bibe.  Ev meseleya  endamên sereke  yên YE bi taybet Almanya hers kiriye.