Îlon 26, 2016 20:14 Asia/Tehran
  • Dewama destdirêjiya Amerîka ser daratiya Îranê

Siyasetên bi dijminatî yên Amerîka dijî gelê Îranê, piştî rêketina navokî ya di navbera Îran û grûpa 5+1, hema hîn jî bi rewşên curbicur têne domandinê.

Li gor rapora ajansa Fars News`ê, wezareta karên derve ya vî welatî avahiyên Îranê yên li Amerîkayê bi  kirê  dane.

Rojnama New York Times`ê li raporeke xwe da bilî piştrast kirina vê nûçê, nivîsî; Erzişa van avahiyên Îranê yên nav Amerîka zêde ji 50 milyon dolar in.

Li rapora vê rojnamê hatiye; Yek ji van ciyên ku bi kirê hatine dayîn, avahiyeke pênc qatî li navça Upper East Side`ê ya bajarê Newyorkê ye ku pêştir Konsûlxaneye li wê derê bû, lê niha karayiya vê avahiyê hatiye guhartin û bûye navenda firotina tabloyên wêneyan.

Hatiye ragihandin ku avahiyeke din a Îranê li Amerîkayê, li Mirîlandê ye ku pêştir ciyê mayîna dîplomatên îranî bû û niha ew jî bi kirê dane malbatekê ku pênc endamên xwe hene.

Rojnama New York Times`ê li vê raporê herwisa ragihand; Ev du avahiyana û 7 mavahiyên din, wekî daratiya Komara îslamî ya Îranê li nav axa Amerîka têne hisab.

Ji wan avahiyên din yên Îranê li nav axa Amerîka em dikarin ji nivîsgehên berê yên eskerî û perwerdehî yên Îranê nav biben ku ji sala 1990 heta niha wekî kirê li destê baylozxana Romanyayê ye.

Neyarî û dijayetiya Amerîka li hemberî Komara îslamî ya Îranê hema ji berê va û bi berfirehî hatiye domandinê.

Nîsana bihurî Dîwana Bilind a Amerîkayê bi derxistina hikmekê, ev îzna daye dadgehên vî welatî ku li şikayeta qurbaniyên saziyên terorîstî ji Îranê, ji daratiya zevtbûyî yên Îranê li Amerîkayê wekî xeramet îstifade bê kirin.

Li gor vê hikmê, dadgehek li Amerîka li dozeke xwe ragihand ku malbatên 241 eskerên amerîkî yên ku li sala 1983 li navendeke eskerî ya Amerîka li Beyrûtê ji ber teqînekê hatine kuştin, dikarin hetanî 2 milyard dolar ji daratiyên zevtbûyê yên Îranê li Amerîka wekî xeramet verbigrin.

Li kutahiya Sibata sala 2016 dadgeha venêhrîna fedral a Amerîkayê ragihand ku 10 kesên bi gotina vê dadgehê qurbaniyên êrişên terorîstî dikarin 2.8 milyon dolar ji daratiya Îranê ya zeftbûyî li Amerîkayê wekî xeramet verbigrin.

Komara Îslamî ya Îranê ji destê Amerîka bona zevtkirina pişkek ji diravên banka navendî ya Îranê li vî welatî , hema bi fermî li dadgeha navnetewî ya dozgeriyê şikayet kir.

Ji aliyê din ve hin nûnerên Komarxwaz niha dixwazin qanûnên boykotên dijî Îranê yên wekî qanûna nasyar bi DAMATO`yê dirêj bikin ta ku mijar bona boykotkirina du carî ya Îranê hebe.

Eva li halekê ye ku piştî rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 , parek pir ji boykotên dijî Îranê hîn jî berdewam dikin û pirsgirêka danûistandina bankên mezin ên cîhanî tev bankên Îranê hîn jî çareser nebûye.

Hesen Ruhanî serokê Komara îslamî ya Îranê li berteka van cure reftarên Amerîka yên dijî Îranê , Hezîrana îsal qanûna şopandinê xisarên ji ber siyaset û cinayetên Amerîka ku li  gelê Îranê ketine, bona îcrakirinê da ber destê wezareta karên derve.

Şopandina heq û mafên binpêbûyî yên gelê Îranê, ji wan zevtkirina daratiyên Îranê li bankên amerîkî ku pişkek ji van daratiyan heta niha talan bûye, ji babetên hiqûqî yên vê qanûnê ye.

Serokkomarê Îranê li sefera xwe ya vê dawiyê bo Newyorkê kiryarên Amerîkayê bona zevtkirina mal û daratiya Îranê diziya eşkera daye zanîn û got: Gelê Îranê hegerên zav bona bê baweriya li Amerîka hene.

Rastî eva ye ku dijayetiya Amerîka li hemberî gelê Îranê, tenê li bara mesela navokî nîne û reftarên şaş û nedirust ên dijî Îranê hertim di firişk û batina amerîkiyan da ye.

Zeftkirina mal û daratiya Îranê jî pişkek ji vê dijayetiya Amerîkayê digel gelê Îranê ye û bi gotina Rêberê Giranqedr ê Înqilaba îslamî ya Îranê, Ev reftarên Amerîkayê nîşana viya ye ku firşk û zatê Amerîkayê li hemberî gelê Îranê nehatiye guhartin.