Tebax 24, 2016 21:13 Asia/Tehran
  •  Spasiya Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ji hewldanên dewletê û sekinîna ser çalakiya li hemî waran

Hezretê ayetullah Xamineyî roja çarşemiyê li hevdîtina tev serokê Komara Îslamî ya Îranê û taxima dewletê ku bi munasibeta ``heftiya dewletê`` cih hat, tevî spasiya ji hewldanên dewleta yazdan xalên giring li bara meselên niha û pêeşroja Îranê xistin rojevê.

 

Wî bala xwe da ser mijarên giring ên mîna aboriya berxwedanê û siyaseta derve û ser helwestên aktîv li siyaseta derve sekinî.

 Rêberê giranqedr ê inqilabê tekez kir ku li meselên  navçê ku pir aloz û  lihevaliyayî ne divê pir bi diqet û hişyarî û bi çalakî û bibandor bikevin meydanê.

Wî li bara hereketa ilmî ya Îranê li salên vê dawiyê pêşketinên li beşên esmanî, nano, navokî, û teknolojiya jîngehê ji pêkanîna dîskorsa liv û tevgera ilmî û tevgera  nermalavê li 12 salên buhurî dan zanîn û destnîşan kir li warê aboriya berxwedanê jî divê gotûbêj û dîskorseke  wiha li nav civakê pêk were.

Hezretê Ayetullah Xamineyî li beşeke din ji gotinên xwe destnîşan kir ku divê ji bêsoziya  Emerîkayê li mesela rêketinnama navokî dersê hîn bibin. Ev tecrube û ezmûna hînî me dike ku  em nikarin baweriyê bi ti dewleteke Emerîkayê re bînin û nabe li hember soz û qirarên wan  zûka bikevin tevger û pratîkê.

Heftiya Dewletê, mecalek jibo spasiya ji hewldana rayedarên dewletê li warên curbicur ên aborî ilmî û çandî û her wiha nirxandina  karnameya  siyaseta derve ye.  Ev beş jixwe hasila hewldana  dewleta yazdan e.

 Tiştê ku Rêberê giranqedr ê Inqilabê jibo rayedarên dewletê xist rojevê herçend ku weke behsên berfireh hatin hilêxistin lê nîşan dide ku dewleta yazdan li sê salan xebata xwe kariye pêngavên bilind  hilîne ku destkevtên wê pir giring in.

 Hewldana dewleta yazdan li warê aborî ji ber asta  pirsgirêkên  ji ber boykotan hêjayî spasdariyê ye. Dewleta yazdan li warê siyaseta derve jî bi hewldan û viyan û micidiya  saziya  dîplomatîk karî ku  piraniya gefan ji Îranê dûr bixe û wan bike derfetek jibo hevkariya siyasî û bandora erênî li meselên  navçê.

 Lê mijarên berfireh ên ku rêberê giranqedr ê inqilabê li bara her yek  ji wan hewldanan xist rojevê nîşan dide ku  nabe rayedarên dewletê bi tiştê ku heya niha bidest xistine qayîl bibin jiber ku  îrorojê çawa ku rêberê giranqedr jî  destnîaşn kir divê li hemî waran û li bara hemî reftarên dijmina  hestyar bin.  Ji ber bêsoziya ku li mesela rêketinnama navokî ji aliyê himber hat dîtin pêngavên  xurt  û bawerpêkirî werin rakirin.Ji ber viya ye ku  rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bala xwe daye  ser mijara ewlehiyê, xurtkirin û pergalkirina  beşa  îmaknên berevaniyê yên Îranê û ew ji hokarên  giring li pêkanîna  mertala  ewlehiyê daye zanînê û got: Dijmin ji ber zêdebûna  hêza berevanî û mûşekî ya Îranê bifukar e loma  divê destekê bidine  zêdekirina hêza berevaniyê û piştgiriyê bidinê. Ewlehî bingeha  rawestana li ber van gefan e ku tim li dû derfetê jibo derbelêxistina  li welêt e. Bi wateyek din, hestyariya rewşa niha  ya Îranê anegorî çend salên derbasbûyî ne tenê kêmtir nine belkî hin caran ji ber guherîna reftara dijminan ku li dervey Îranê û li warê ewlehiya komî li navçê tam diyar e, zêdetir ji berê ye.

Gotinên rêberê giranqedr ê Inqilabê li hevdîtina tev rayedarên dewletê nihêrîneke kûr ser van  hemî meselan, tevî spasiya ji hewldanên dewleta yazdan e.