Çile 18, 2021 15:14 Asia/Tehran
  • Heta îro 18ê Çileya 2021ê - Derdora miliyonek û 125 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 336 hezar û 217 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 125 hezar û 449 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 5806 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û  336 hezar û 217 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 83 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 56 hezar û 886 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 95 miliyon kesî.

Amerîka bi zêde ji 24 miliyon tûşbûyiyên bi Koronayê û 407 hezar miriyan hema wisa di pileya yekem a cîhanê da ye.

 

Serepeyv