Çile 14, 2021 10:02 Asia/Tehran
  • Piştevanî ji Komkeştiyên Hêza deryayî ya Artêşa Îranê; Erka sereke ya Keştî-Bendergeha Mukranê

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê piştgiriya ji Komkeştiyên Hêza deryayî ya Artêşa Îranê li oiqyanûs û avên navneteweyî û dûr wek erka sereke ya Keştî-Bendergeha Mukranê da zanîn.

Emîr edmîral Husên Xanzadî, Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê Çarşemiyê bi şev di gotûbêja bi kanala 2 ya Televîziyona Îranê da tevî amajeya bi vêya ku "Keştî-Bendergeh" keştiye leşkerî ye û derfetên wê yên bikaranîna wek bendergehekê hene, got: Memûriyeta Hêza deryayî ya Artêşa Îranê gelek berfireh e û heman bêje tevahiya bakurê Oqyanûsa Hindê digire ber xwe.

Edmîral xanzadî bi gotina vêya ku pirraniya keştiyên ticarî yên Îranê di rêya Kanala Swêzê da diçin û tên ku van rojan ev rê tûşî hin astengî û bêewlehîtiyan bûye, got: Keştiyên îranî jibo çalakiya xwe di pên cheta şeş hezar kîlomitran dûrtir ji sînorên deryayî yên welêt hewcetî bi xizmetên piştgiriyê ji wan cebilxane, av, ardû û hewcetiyên din ên xizmetkaran li deryayê hene.

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê tevî eşareta bi vêya ku Keştî-Bendergeha Mukranê dikare pênc firokeyan (helîkopter) li ser xwe ragir, got:Helîkopterên dijî binderyayiyan û mayînmişt dikarin li ser vê keştiyê rûnin.

Keştî-Bendergeha Mukranê roja Çarşemiyê tevlî Komkeştiyên Hêza deryayî ya Artêşa Îranê bû.

Memûriyeta Keştî-Bendergeha Mukranê pêkanîna elwehiya deryayî li Kendava Edenê, Deryaya Sor û Tengava bab ul-Mendebê ye.

Keştî-Bendergeha Mukranê giraveke herikbar a 121 hezar tonî ye; Her wiha ev keştiya mezin bi dirêjahiya 228 mitr,bilindahiya 21.5 mitr û panatiya 42 mitran keştiya herî mezin a leşkerî ya Îranê ye ku dikare bi leza 15 girêkên deryayî bigere.

 

 

Serepeyv