Çile 12, 2021 19:22 Asia/Tehran
  • Keştiya cengê ya Mokran û keştiya mûşekavêj a Zirêhê dê sibe tevlî Hêza deryayî ya Artêşa Îranê bibin

Keştiya cengê ya Mokran û keştiya mûşekavêj a Zirêhê dê sibe Çarşemiyê tevlî koma keştiyên cengê yên Hêza deryayî ya Artêşa Îranê bibin.

Hejmareke yekîneyên seravî yên Hêza deryayî ya Artêşa Îranê roja Sêşemiyê li nav avên deryaya Omanê û bakurê oqyanûsa Hindê jibo cihanîna şerezmûna Iqtidara Deryayî belav bûn.

Di vî halêî da, sibe di yekemîn roja şerezmûna deryayî ya Iqtidara Artêşa Komara Îsêamî ya Îranê, di rêûrismekê da dê keştiya cengê ya Mokranê û keştiya mûşekavêj a Zirêhê tevlî koma keştiyên başûr a Hêza deryayî ya Artêşa Îranê bibin.

Keştiya Mokranê keştiya herî mezin a leşkerî ya Îranê ye ku bi hewildana pisporên Hêza deryayî ya artêşa Îranê bûye keştiyeke helîkopterhilgir a herî mezin da ku piştgiriya ji komkeştiyên vê hêzê di avên dûr nemze li bakurê Oqyanûsa Hindê, tengava Bab ul-Mendeb û Deryaya Sor bigire ustiyê xwe.

Tevlîbûna keştiya mûşekavêj a Zirêhê bi qabilieta tevger û leza pirr bo komkeştiya başûr a artêşa Îranê îmkana parastina avên bin hakimiyeta Îranê dabîn dibe.

 

Serepeyv