Kanûn 05, 2020 00:46 Asia/Tehran
  • Serkonsolosê Îranê yê li Silêmaniyê: Îranê mafê xwe heye ku bersîva cinayeta terorkirina şehîd Fexrizade bide

Serkonsolosê Îranê li bajarê Silêmaniyê yê Kurdistana Iraqê got ku terorkirina zanyarê sereke yê navokî û berevaniya Îranê binpêkirineke eşkere yaqnûn û huqûqên navneteweyî û rêziknama NY ye.

Li gorî IRNA-yê roja Înê, Mehdî Şûşterî Serkonsolê Giştî yê Îranê li Sulêmaniyê got: Şehîd Muhsin Fexrîzade karbidestê fermî yê hukumeta Îranê bû û terorkirina wî binpêkirinek eşkere ya huqûq û qanûnên navneteweyî ye û ev  cinayet derveyî qanûnên naskirî yên cîhanê û rêziknama NY ye. 

Şûşterî herwiha got: "Tê çaverê kirin ku hemî welatên ku dewa parastina mafên mirov û şerê dijî terorîzmê dikin, bi devberdana ji standard û pîvanên durûyî, bi eşkera û cidî kiryara terorîstî ya şehîdkirina zanyarê navokî yê Îranê şermezar dikin."
Serkonsolosê Îranê li Sulêmaniyê tekez kir ku şop û nîşanên eşkera û cidî yên rola rejîma cinayetkar û terrorîst a Îsraîl li vê cinayeta ne mirovane ya terorkirina şehîd Fexrîzade dikeve ber çavan û eva bêhêvîbûn û bêçaretiya Rejîma Siyonîst li hemberî vîna neteweya Îranê ya berxwedêr eyan dike.

Dr. Muhsin Fexrîzadeh, serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê, berêvara roja Înê di encama êrişek terorîstî li derdora Tehranê de şehîd bû.

Berê, New York Times, ji zarê sê jêderên îstîxbaratî ragihandibû ku Rejîma Siyonîstî li pişt terorkirina şehîd Fexrîzade ye.
CNN jî vê dawîyê ji zarê karbidestekî Amerîkî got ku Rejîma Siyonîst tawanbarê sereke yê kuştina zanyarê navokî yê Îranî ye.

Serepeyv