Kanûn 04, 2020 23:29 Asia/Tehran
  • Zarîf xîtabî wezîrê karên derve yê Almanya got: Dest ji binpêkirina Lihevkirina Navokî û tevgerên şerûdane berdin

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê şeva Înê, li berteka gotinên hempîşeyê xwe yê Almanî "Haiko Maas" derheqê Lihevkirina Navokî tekez kir ku endamên Ewropî yên vê peymanê berî axivtina derbarê pêsparteyên Îranê yên li gor Lihevkirina Navok, divê bi xwe reftarên xwê yên xirab û şerûdane li herêma Kendava Faris berdin.

Li gorî ajansa nûçan a Tesnîm, "Muhemed Cewad Zerîf" li ser Twitterê nivîsî ku "Haiko Maas" û troîka Ewropî (Almanya, Brîtanya û Fransa) divê berî ku qala kiryarên Îranê bikin, dest ji apartheida koronayî ya bi nefret û bê zariyê, binpêkirina Peymana Navokî û tevgera xwe ya xirab li herêma Asyaya Rojavayê berde mînaka van kiryaran firotina 100 mîlyar dolaran çek ji bo welatên Erebî yên başûrê Kendava Farisê û piştgiriya kor û reş ji kiryarên terorîstî yên Îsraîlî ye ku divê ew dest ji van karana berdin.

Di dawiyê de, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bang li Troika Ewropî kir ku pabendî erkên xwe yên li gorî biryarnama 2231 ya Konseya Ewlekariyê be.

Berî çend saetan ji vê nivîsara Zerîf,  Wezîrê Derve yê Almanya Haiko Maas di daxuyaniyekê de digel siyasetên Qesra Spî hevrêtiya xwe nîşan da û ragihand ku Almanya li alternatîfek û rêkeftinek navokî ya berfirehtir digel Îranê digeriya ji ber ku ew dibêje  peymana heyî  ya navokî êdî têr nake.

Serepeyv