Kanûn 04, 2020 22:47 Asia/Tehran
  • Zêde ji 13 hezar kesên din li Îran bi Koronayê ketin û 347 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan 

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro Înê ragihand ku di 24 saetên dawiyê 13 hezar 341 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 347 kesan jî ji ber vê vîrusê can dan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 13 hezar û 341 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan yek hezar û 996 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 16 hezar û 835 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 347 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 49 hezar û 695 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 708 hezar 106 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 65 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 513 hezar kesan can dane û zêde ji 45 milyon kes jî baş bûne.

Li Amerîka wek welatê yekem di warê pêketiyên koronayê li cîhanê de zêde ji 14 milyon kes bi Koronayê mketine û zêde ji 282 hezar kes jî bone qurbaniyê vê vîrusê.

Serepeyv