Kanûn 03, 2020 15:38 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Gelê Îranê li hemberî şrê aborî, siyasî û derûnî bi başî li ber xwe da

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî eşareta bi şerê giştalî yê aborî yê Amerîkayê dijî Têhranê, got: Gelê Îranê li hemberî şerê aborî, siyasî û derûnî yê dijmin bi başî li ber xwe da.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di rêûrisma vekirina 25 projeyên gihandina elektrîkê li welêt, got: Ne tenê amerîyan, belkî tu kesî li cîhanê nedisêwirî ku gelê Îranê bikare di rewşeke wiha dijwar û di bin cengên herî giran ên aborî, siyasî û derûnî da bi başî li ber xwe bide û welêt bi rê ve bibe.

Rûhanî got: Ji ber boykotan gel kete dijwariyê, lê tevî hemî zextan tu wextî tûşî  qutbûna elektrîk, av, gaz an kêmbûna benzîn û gazûl an gênim nebû û di vê heyamê da guhertineke mezin li welêt di warên tendurustî, rê û hesinrê û gelek warên din da qewimî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku welatên herî pêşketî yên rojavayî jî bi belavbûna Vîrûsa Koronayê tûşî hin pirsgirêkan bûne, got: Tevî hebûna boykotên giran, Komara Îslamî ya Îranêkariye ku di warê têkoşîna dijî Koronayê da, bi awayekî serketî tevbigere.

Rûhanêî her wiha tevî amajeya bi zêdebûna her mehê 35 gundan li şebekeya elektrîka seranserî, got: Sedî 30 ji gelheya kêm-mesref a welêt dê ji dayîna pereyê elektrîkê bên miafkirin û bi zûtirkê weke vê yek êderbarê Gaz û avê jî were cihanîn.

25 projeyên pêşeya elektrîkê bi beşdariya Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi riya Vîdyo-Konferans li dê parêzgehên Xûzistan, Xorasana Rezewî û Sîstan û Belûçistanê hatin vekirin û behrewergirtina ji wan destpê bû.

 

Serepeyv