Kanûn 03, 2020 12:48 Asia/Tehran
  • Zêde ji 90 ton madeyên hişber ji aliyê sînorparêzên Îranê va hatiye keşfkirin

Fermandarê sînorvaniyê yê Hêza Inbtizamî ya Îranê qala keşfkirina zzêdetir ji 90 ton cûreyên madeyên hişber li ser sînorên welêt ji aliyê sînorparêzên îranî va di heyama 8 mehên bihurî da kir.

Serdar sertîp Ehmed Elî Goderzî, Fermandarê sînorvaniyê yê Hêza Inbtizamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di sefera xwe ya bo Zahidanê li başûrê rojhilatê welêt, tevî eşareta bi zdêebûna sedî 56  a qasta cûreyên keşfkirina madeyên hişber ji aliyê sînorparêzan va di heyama 8 mehên bihurî pêka heyama sala par, got: Derdora sedî 90 ji van keşfkirinan ji aliyê sînorparêzên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê va pêk hatiye.

Sertîp Goderzî her wiha got: Di encama operasiyon û pevçûnên çekdariyê da li 48 saetên bihurî li ser sînorên Sîstan û Belûçistanê jî derdora 2 ton madeyên hişber, çend erebe û hejmareke çek û sîlehan hatin keşfkirin û çar qaçaxçî jî hatin girtin.

Komara Îslamî ya Îranê tevî hebûna boykotan bi keşfkirina zêde ji hezar tonê di yeksala bihurî da zêdetirîn keşfkirina madeyên hişber li Cîhanê hebûye.

Her wiha Komara Îslamî ya Îranê wek bereya pêşeng a têkoşîna dijî cûreyên madeyên hişber li cîhanê, di vê rêkê da zêde ji sê hezar şehîd û bi hezaran birîndar dane.

 

Serepeyv