Kanûn 01, 2020 16:15 Asia/Tehran
  • Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê erkdar bû ku Uraniyûma bi zengîniya jora sedî 20 dabîn bike

Nûnerên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê erkdar kriin ku Uraniyûma bi zengîniya jora sedî 20ê jibo mesrefên aştiyane dabîn bike.

Nûnerên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di civîna vekirî û gelemperî ya roja Sêşemiyê da, di pêvajoya vekolandina hûrgiliyên "Plana Iqtidara Stratejîk jibo betalkirina boykotan û parastina berjewendiyên gelê Îranê" da Xala1 a wê pejirandin.

Li gorî Xala 1 ji "Plana Iqtidara Stratejîk jibo betalkirina boykotan û parastina berjewendiyên gelê Îranê"; Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê erkdar e ku derdem piştî pesendkirina vê qanûnê jibo mijarên aştiyane dest bi berhemanîna Uraniyûma bi zengîniya sedî 20 bike û her salê herîkêm 120 kg ji wê li nav welêt zimhêr bike; Her wiha Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê erkdar e ku hewcetiya welêt jibo mesrefên aştiyane Uraniyûma bi zengîniya sedî 20 bi tamî û bê derengî dabîn bike.

Bûnerên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê her wiha tevî dayîna dengê erê bo Xala2 ya vê planê, Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê erkdar kirin derdem  piştî pesendkirina vê qanûnê, kapasîteya zengînkirin û berhemanîna Uraniyûma zengînkirin bi asta zengîniya li gorî her yek ji mesrefên aştiyane yên welêt bigehîne mher mehê herîkêm 500 kg û madeyên zengînkirî û meyandî li nav welêt depo bike û ragire.

Her wiha bi pesendkirina Xala 3 ji "Plana Iqtidara Stratejîk jibo betalkirina boykotan û parastina berjewendiyên gelê Îranê", Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê erkdar e ku herîkêm di heyama 3 mehan piştî pesendkirina vê qanûnê, operasiyona sazkirin, tezrîqa gazê, zengînkirin û zimhêrkirina madeyan heta asta hewce ya zengînkirinê, bi herîkêm hezar amûrên nifşa duyem a pêşketî ya IR-2m destpê bike û di vê heyamê da, operasiyona zengînkirin û berfirehkirinê bi makîneyên nifşa şeşem ên IR-6 bi herîkêm 164 makîneyên ji vê cûreyê destpê bike û wê di heyama salekê piştî pesendkirina vê qanûnê heta hezar makîneyan zêdetir bike.

Nûnerên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di dewamê da û bi pesendkirina Xala 4 a "Plana Iqtidara Stratejîk jibo betalkirina boykotan û parastina berjewendiyên gelê Îranê", Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê erkdar kirin ku karistana berhemanîna Uraniyûma Metalî (Filizî) li Isfehanê di heyama pênc mehan piştî pesendkirina vê qanûnê bigihîne qonaxa behrewergirtinê.

Her wiha bi pesendkirina Xala 5 ji "Plana Iqtidara Stratejîk jibo betalkirina boykotan û parastina berjewendiyên gelê Îranê", Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê hat erkdarkirin ku hevdem digel operasiyona baştirkirin û damezirandina Hokara Bertejê (Reaktor) a 50 megawatî ya Ava Giran a Erakê, hokareke bertekê (reaktor) ya av giran a 40 Megawatî ya nû bi armanca berhemanîna Hevsanên Mayînde (Radio Izotop) a nexweşxaneyî bi demajoyê damezirîne û demajoya vê yekê di heyama mehekê piştî pesendkirina vê qanûnê raagihîne M.

Her wiha bi pesendkirina Xala 6 a "Plana Iqtidara Stratejîk jibo betalkirina boykotan û parastina berjewendiyên gelê Îranê", dewleta Komara Îslamî ya Îranê erkdar e ku di rewşa cihnehatina sozên welatên di peymaan atomî da derheqê Îranê û asayînebûna tam a pêwendiyên bankî û ranekirina tam a berbendên li ser derfirotina petrolê û berhemên petrolê yên Îranê û vegeriyana tam û bilez a pereyê ji ber firotinê, meheke piştî pesendkirina vê qanûnê cihanîna xwebexş a belgeya Protokola Zêdekirî rawestîne.

Nûnerên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê biryar e di civîna paşnîvro da,hilkoalndina hûrgiliyên "Plana Iqtidara Stratejîk jibo betalkirina boykotan û parastina berjewendiyên gelê Îranê" ya ji 9 xalan bidomînin.

 

 

 

Serepeyv