Mijdar 29, 2020 18:22 Asia/Tehran
  • Meytê Şehîd Muhsin Fexrîzade li herema hezreta Mesûmeyê (S) hat tewafkirin

Meytê Şehîd Muhsin Fexrîzade, Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê li herema Hezreta Mesûmeyê (S) li Qumê hat tewafkirin.

Çeteyên têrorîst Îniya bihurî erebeya hilgirê Muhsin Fexrîzade, Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê û ji zanyarên pêşeya navokî ya welêt dane ber êrîşê û ew şehîd kirin.

Li gorî rapora IRAN PRESSê, Rêûrisma xatirxwestina ji meytê Şehîd Muhsin Fexrîzade roja Yekşemiyê bi hebûna gel û bi berçavgirtina tam a destûrkarên tendurustiyê li baregeha melekûtî ya Hezreta Mesûmeyê (S) li Qumê hat lidarxistin.

Meytê paqij ê Şehîd Muhsin Fexrîzade piştî tewafkirina li dora ziriyê şerîf ê Hezreta Mesûmeyê (S) ji Qumê bo hevdîtina dawî digel Îmam û pêşewayê xwe bo Têhranê û herema hezretê Îmam Xumeynî (S) hat veguhestin.

Rêûrisma xatirxwestina ji meytê vî şehîdê zanyar, bi amadebûna fermandarên payebilind ên hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranl û malbata hêja ya wî şehîdî li herema Îmam Xumeynî (Re) hat lidarxistin.

Her wiha rêûrisma  xatirxwesti na ji meytê Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê Şemiyê bi şev li herema hezretê Îmam Reza (S) li bajarê Meşhedê bi beşdariya xadimên vê heremê hat lidarxistin.

Rêûrisma oxirkirin û binaxkirina meytê Şehîd Muhsin Fexrîzade biryar e sibe Duşemiyê bi mebesta pêşîlêgirtin li qerebalixiyê û bi berçavgirtina destûrkarên tendurustiyê, bi amadebûna fermandarên payebilind ên hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê û malbata hêja ya vî şehîdî were lidarxistin.

 

Serepeyv