Ayetullah Mekarim Şîrazî: Her hewldanek ji bo yeketiyê ebdet e
Ayetullah Mekarim Şîrazî yek ji merceyên texlîdê di peyamekê de ji bo Konferansa navneteweyî ya Yeketiya Îslamî ragihand: Her hewldanek ji bo yeketiyê ebdet e û Konferansa Navneteweyî ya Yeketiya Îslamî karekî girîng û bingehîn e ji bo cîhana Îslamê.
Ayetullah Mekarim Şîrazî di peyameke vîdeoyî ji bo Konferansa Navneteweyî ya Yeketiya Îslamî, li darketina vê konferansê yek ji şanazî û însiyatîvên girîng nirxand.
Ayetullah Mekarim Şîrazî Konferansa Navneteweyî ya Yeketiya Îslamî tevgereke girîng li hemberî kesên li dijî yeketiyê da zanîn û diyar kir ku ev konferansa peyamên yeketî saz li cîhanê diweşîne.
Ayetullah Mekarim Şîrazî dijber û neyarên yeketiyê, mirovên tundrew, wehabî û mirovên rojavayî û rejîma siyonîstî dan zanîn û desnîşan kir ev kesana dixebitin bi her awayekî pêşiya yeketiya îslamî bigirin.
Ayetullah Mekarim Şîrazî Peyama Yeketiyê peyama aqilmendî da zanîn û dijberiye li ber wê peyama şeytanî hesiband û got: Gel peyama exlaqî baştir ji peyama şeytanî dipejirînin.
Konferansa Navneteweyî ya Yeketiya Îslamî ya 34-an bi beşdariya 167 kesayetiyên bi nav û deng ên cîhana Îslamê ji ber pandemya Koronayê îro bi awayekî mecazî li dar ket.