Cotmeh 28, 2020 09:02 Asia/Tehran
  • Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê tûşî Koronayê bû

Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê ragihand ku ew tûşî Vîrûsa Koronayê bûye.

Muhemed Baqir Qalîbaf, Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê sibeha îro Çarşemiyê li ser twittera xwe nivîsî: "Hevkarekî ofîsa min bi Koronayê ket, nîviya şevê bersiva testa min jî hat ragihand û Korona erênî derket, niha di Qerentîneyê da me û bi hêviya Xwedê dê erkên xwe bişopînim."

Li gorî amara herî dawî ya Wezareta Tendurustiya Îranê, heta niha derdora 582 hezar kes li welêt bi Koronayê ketine.Ji vê hejmarê zêde ji 463 hezar û 600 kes ji nexweşan baş bûne.

 

Serepeyv