Cotmeh 27, 2020 22:21 Asia/Tehran
  • Zêde ji 6 hezar û 900 kesên din li Îranê bi Koromayê ketin û 346 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro sêşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 6 hezar kesî bi Koronayê ketine û hejmara candayiyên ji ber vê vîrûsê jî gihêştiya asta jorîn a 346 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 6 hezar û 968 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan du hezar û 135  kes di nexweşxanê de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa Koronayê ketine gihêştiye 581 hezar û 824 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 346 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 33 hezar û 299 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 463 hezar 611 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine nêzîkî 43 milyon kesan bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 165  hezar kesan can dane û zêde ji 32 milyon kes jî baş bûne.

Serepeyv