Cotmeh 26, 2020 14:52 Asia/Tehran
  • Heta îro 26ê Cotmehê; Zêde ji 459 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 574 hezar û 856 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 459 hezar û 250 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 5960 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 574 hezar û 856 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 337 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 32 hezar û 953 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 43 miliyon kesî.

 

Serepeyv