Cotmeh 20, 2020 15:36 Asia/Tehran
  • Sibe; Şerezmûna taybet a Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê li Îranê dê destpê bibe

Şerezmûna taybet a Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-99 bi awayê hevpar navbera Artêşa û Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi rênimûnî û kontrola operasiyonê ji aliyê Biryargeha Bergiriya Asimanî ya Îranê dê ji sibe Çarşemiyê va destpê bibe.

Emîr sertîp "Qadir Rehîmzade", Fermandarê Şerezmûna taybet a Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-99 roja Sêşemiyê got: Ev şerezmûn (meşqa şêrr) bi armanca xurtkirina amadetiya şêrr, zêdekirina şiyana bergiriya asimanî ya hêzên çekdar ên Îranê û bi bedşariya yekîneyên Hêza bergiriya aismanî ya artêşê, Hêza Hewa-Feza ya Sipahê û Hêza asimanî ya Artêşê bi rênimûnî û kontrola operasiyonê ji aliyê Biryargeha Bergiriya Asimanî ya Îranê di rewşa nêzik bi şerê rasteqîn û li navçeyeke bi berfirehiya zêde ji nîvê rûbera welêt dê were lidarxistin.

Fermandarê Şerezmûna taybet a Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-99 her wiha got: Di vê şerezmûnê da ku di çarçova operasiyoneke hevpar a şebeke-mihwer û bi armanca hevahengiya Bergiriya asimanî ya hêzên çekdar dê were lidarxistin, cûreyên pergalên xwecihî yên mûşekî, radarî, lêzanînên naskirinê, şerê elektronîk, pergalên têkilîgirtinê û şebekeya çavdêriya beserî (dîtbarî) ya Artêş û Sipahê di bin rênimûnî û kontrola operasiyonî ya Biryargeha Bergiriya Asimanî ya Îranê û bi çavdêriya rasterast a karzanên Biryargeha Navendî ya hezretê Xatem ul-Enbiya (S), sekinîna li hemberî gefên asimanî di bilindahiya kêm, navgîn, bilind û armancên dûr-rawest di rewşa tam operasiyonî û li ser sehneya şerê rasteqîn dê temrîn bikin.

Emîr sertîp "Qadir Rehîmzade" her wiha tevî amajeya bi firrîna cûreyên balefirên şêrr ên şopîner, bomberêj û bê-firokevan ên Hêza asimanî ya Artêşa Îranê di Şerezmûna taybet a Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-99 da, got: Her wiha di vê şerezmûnê da biryar e ku bo cara yekem bi awayê sedî 100 nifşa nû ya alav û amûrên tam xwecihî bên bikaranîn û rêbaz û taktîkên nû yên Bergiriya asimanî ya Îranê ku di encama şopandina berdewam a dijminan hatine ragirtin (ihsai), bi awayekî rasteqîn bên temrînkirin.

 

Serepeyv