Cotmeh 11, 2020 23:42 Asia/Tehran
  • Di bûyera teqîna Ehwazê de 5 kesan can dan

Serokê Rêxistina vemirandina Agir û xizmetkariyên îmnatî ya şaredariya Ehwazê navenda parêzgeha Xûzistanê diyar kir ku meytên 5 kuştiyan ji ber teqîna gazê ya saet 8:40 ya vê sibehê ji bin awar û kelefan hatin derxistin.

Serokê Rêxistina vemirandina Agir  û xizmetkariyên îmnatî ya şaredariya Ehwazê Îbrahîm Qenberî  îro ji IRNAyê re got: Di bûyera teqîna gazê li avahiyeke 2 qatî li devera Amirî ya Ehwazê 4 mêran û jinekê jiyana xwe ji dest dan.

Wî diyar kir ji ber pêla teqînê û pijiqîna pirtiyên awar û şûşan mal û dukanên derdorê jî ziyan dîtin û mala 2 qatî ya ku gaz têda teqiya bitûm hilweşiya.

Li gorî hin agahiyên nê, di wê rûdanê de 6 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûne.

Serepeyv