Îlon 24, 2020 15:13 Asia/Tehran
  • Zerîf: Kiryarên bi zorê yên yekalî di têkoşîna dijî Koronayê da, têrorîsma aborî û pizişkî ye

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Jibo sekinîna li hemberî dijminê mîkroskopî û pandemiya Kovîd-19ê ku hêzxurtên mezin bêyî berçavgirtina vêya ku hêza leşkerî, heyitî û propagandaya wan teslîm kirine, divê em xeşîm bin û hevkariyê bikin.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Pêncşemiyê di civîna înternetî ya Wezîrên karên derve yên Konferansa danûstandin û Kiryarên Bawerîçêker li Asyayê (CICA) tevî pêgiirya li ser rola girîng a vê rêxistinê di pêşdabirina çendalîtîşopîiyê û misogerkirina hevkariya giştalî, got: Bêguman seferberkriina çavkankiyan bi armanca têkoşîna hevpar dijî

pirsgirêkeke mezin weke Kovîd-19ê pêwîst e.

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi vêya ku encamên CICA'yê divê bi xurtkirina hevkariyên xwe di çarçova rêxistinî û hevahengiya bi NY û Rêxistina Tendurustiya Cîhanê da hewil bidin, got: Filitandina canê mirovan û kerameta mirovî çêtir ji her tiştekî din e.

Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina vêya ku Îran amade ye tevlî dost û cînarên xwe li CICA'yê bibe û beşdarî danûstandina zanist û pisportiyê di vê erka komî bibe, got: Tenha riya serketina li hemberî pirsgirêkên hevpar ku gefê li saxlemî û ewlehiya miletan dixwen, hevkarî jibo peydakirina rêkarên hevpar e.

 

Serepeyv