Îlon 22, 2020 17:44 Asia/Tehran
  • Hatemî: Armanca têrorkirina Şehîd Silêmanî pêşîlêgirtin ji heqareta zêdetir a Amerîkayê li navçeyê bû

Wezîrê Berevaniyê yê Îranê armanca dijmin ji terorkirina Serdar Qasim Silêmanî pêşîlêgirtin ji heqareta zêdetir a Amerîkayê li cem aliyên xwe yên navçeyî zanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Emîr sertîp Emîr Hatemî, Wezîrê Berevaniyê yê Îranê roja Sêşemiyê di merasimekê da ku bi awayê vîdyoyî hat lidarxistin, bi gotina vêya ku  dê serdar Silêmanî hertim di dilê azadîxwazên cîhanê da zindî bimîne, got: Mafê şopandina qatilên Şehîd Silêmanî hema wisa heye û ev hejiyan dê hema wisa li bedena cinaayetkaran bimîne.

Wezîrê Berevaniyê yê Îranê bi gotian vêya ku Berevaniya Pîroz a gelê Îranê berovajiya şerên din ên Îranê di serdemên borî da, serfirazî û xurûr jibo welêt anî, got: Rewşa îro ya Îrana Îslamî di warên cûrbecûr ên zanistî, siyasî û nemaze di warê berevaniyê da bi awayekî ye ku tevî hebûşna gefên zalimane yên pergala serdestîxwaz, Îrana Îslamî dikare her cûre gefekê di nuqteya wê ya destpêkê heta derveyî sînorên xwe keşf û pûç dike.

 

 

 

 

Serepeyv