Îlon 21, 2020 19:59 Asia/Tehran
  • Îran-Zêde ji 3 hezar kesên din bi Koronayê ketin û 177 nexweşên Koronayî jî can dan

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro duşemiyê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 3 hezar kesî bi Koronayê ketine û û 177 nexweşên koronayî jî can dan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 3 hezar û 341 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan derdora hezar û 500 kes di nexweşxanê de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye  425 hezar û 481 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 177 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 24 hezar û 478 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 361 hezar 523 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 31 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji 965 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û derdora 23 milyon kes jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Serepeyv