Îlon 21, 2020 16:06 Asia/Tehran
  • Rêberê Înqilaba Îslamî: Berevaniya bi serketin beşek ji nasnameya neteweyî ya Îranê ye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê bal kişande ser serkevtina rohn û berbiçav a netewê Îranê di serdema Berevaniya Pîroz da û desnîşan kir: Berevaniya bi serketin parek ji pênase û nasnameya neteweyî ya Îranê ye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, hezretê ayetullah Xamineyî, roja Duşemiyê di têkiliya vîdyoyî digel rêûrisma Rêzgirtina Çilemîn salvegera Hefteya Berevaniya Pîroz da û bîranîna bi hurmet a pêşengên vê berevaniyê got: Netewê Îranê di Berevaniya Pîroz de karî li ber qawet û hêzxurtên rojhilat û rojavayê û welatên girêdayî li wan bisekine û bi serbilindî serkeve. 

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Sedamê zêdexwaz û zêde gavtenya amûrê di dewtê qawetên mezin bi taybet Amerîkayê de da zanîn û got: Aliyê sereke yên şerê li dijî netewê Îranê yanî Amerîkayê derbe lêketî ji ber Înqilaba Îslamî, hêzxurtên bi fukar ji ber avabûna pênaseyeke nû ya Îslamî-Îranî li deverê, NATO û welatên Ewropaya rojava û rojhilatê , Sedam pîjkirin da ku êrişî ser Nizam û Înqilaba Îslamî bike û wê hilweşîne.

Hezretê ayetullah Xamineyî, hedefa dijmin ji birêxistina şerê Iraqê li dijî Îran, roxandina Nizama Îslamî û serdestiya dubare ser Îranê û perçekirina wê bû, lê wan nekarî bostekê jî ji axa Îranê jê cihê bikin û gavek jî nekarîn Komara Îslamî ya Îranê û netewê wê neçarî paşvekişyanê bikin.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha bal kişande ser belgeyên ku piştra hatin aşkirakirin yên derbarê lihevkirinên Amerîka û Sedam ên berî despêbûna şêrr û got:  Sedam bi amerîkiyan ra li hev kiribû û di heyama şêrr da keştiyên barî digihîştin qiraxên Îmaratê û çek û amûrên şêrr didan Sedam.Herwiha alîkariyên leşkerî û îstixbaratî û malî yên rojava û rojhilatê ji bo Rejîma Bees ji riya Îmarat, Kuweyt, Erebistan û û ji riyên din berdewam dikirin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha pêgîrî kir ku divê hemû hişyar bibin ku dijmin rastiyên Berevaniya Pîroz berevajî û terse nîşan nede û derbarê berûlayên seyr û mezin ên Berevaniya Pîroz hin gotinên balkêş anîn ziman û got: Mînakek ji sermayên însanî yên dewrana Berevaniya Pîroz şehîd Silêmanî bû ku di qada meselên navçê û dîplomasiyê kar û kiryarên balkêş û ecêb kirin û hîn jî netewê Îranê ji karû xebatên zav ên vî şehîd têra xwe agahdar nînin.

Hezretê ayetullah Xamineyî derbarê mesela Erbeyîna Huseynî jî bi bîr xist: Netewê Îranê hogir û evîndarê Îmam Huseyn (S) û ziyareta Erbeyînê ye, lê mesela rêpîvanê vê carê ji ber ku berpirsên Erkana Pêşîlêgirtina Koronayê meslihet û xêrê li rawestan wê dîtine, îsal hatiye rawestandin , divê gişk vê yekê qebûl bikin.

Serepeyv