Îlon 19, 2020 22:03 Asia/Tehran
  • Zêde ji 357 hezar pêketiyên Koronayê li Îranê ji belaya vê vîrusê filitîn

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro şemiyê bal kişand ser başbûna zêde ji 357 hezar pêketiyên Koronayê li welêt û ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 2 hezar û 800 kes bi Koronayê ketine.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û  845 kesên din pozetîv derketiye  ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye  419 hezar û 43 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 166 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 24 hezar û 118 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 357 hezar 632 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 30 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji 956 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û zêde ji 22 milyon kes jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Serepeyv