Îlon 19, 2020 20:01 Asia/Tehran
  • Serleşkir Selamî xitabî Trump: Tolhildana şehadeta Silêmanî cidî ye

Fermandê giştî yê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê xitabî serokkomarê Emerîkayê got: Tolhildana şehadeta serdar Qasim Silêmanî cidî û rastîn e.

 Serdar serleşkir Husên Selamî Fermandê giştî yê Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî  îro li merasima sibehê ya feramnde, berpirs û kedkarên erkantiya fermandetiya giştî ya Sipahê Pasdaran de bertek nîşanî gefên vê dawiyê yên serokkomarê Emerîkayê da û got: Komara Îslamî ya Îranê dê hemî kesên ku li şehadeta serdar Silêmanî rasterast an jî nerasterast dest hebûne, bike hedef û eva peyameke cidî ye. 

 Serleşkir Selamî li berteka li hember îdaya Trump derheq êrişa hezar bermaberî got: Dijmin li her derê di bin çavdêriya hêzên Îranê de ye û ger pêdivî be dê bikeve ber êrişê. 

 Fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî  xitabî Trump teqez kir: Ger mûyek ji serê îraniyekê kêm bibe hûnê rastî berteka qahêm a Sipahê Pasdaran werin û eva gefeke cidî ye û îranî her tiştî di pratîkê de diselimînin. 

Serepeyv