Îlon 19, 2020 13:57 Asia/Tehran
  •  Troîkaya ewrûpî: Her kiryarek bona vegerandina boykotên li dijî Îranê neqanûnî ye

Brîtanya, Almanya û Firansayê cardin hewldana Emerîka bona vegerandina boykotên NY li dijî Îranê red kirin.

 Brîtanya, Almanya û Firansayê duh nameyek ji bo Konseya Ewlekariyê ya NY re şand û tê de desnîşan kirin ku rawestandina boykotên li dijî Îranê piştî 20 Îlonê jî wê berdewam bike ûher pêngavek ji bo vegerandina ambargo û boykotan li dijî Îranê derveyî qanûnê ye û ti bandoreke xwe tine.

Brîtanya, Almanya û Firansayê di vê nama xwe deher wiha desnîşan kirin ku ew ê li ser lihevkirina navokî bisekinin.

Piştî ku hewldanên Amerîkayê ji bo pejirandina reşnivîsekê di warê boykotkirina Îranê ji babeta çek û sîlahan de negihêşte encamê dest danî ser Mekanîzma Kişokê ya diyar bûyî di nav Peymana Navokî, eva di rewşekê de ye ku Amerîka bi awayekî neqanûnî ji vê peymanê derketiye, her ji ber vê yekê ev hewldana Amerîkayê jî neqanûnî ye û ew jî nagihêje ti encamekê.