Îlon 18, 2020 15:32 Asia/Tehran
  • Qalîbaf: Dê ti rêkarek bêyî beşdariya gelê Filistînê tunebe

Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: Dê tu rêkarek jibo pêkanîna aştiyê li navçeyê bêyî beşdariya gelê Filistînê tunebe.

Muhemed Baqir Qalîbaf, Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di twittekê da tevî amajeya bi destpêbûna pêwendiyên hin welatên erebî digel Israîlê, destnîşan kir: Xiyanetkarên li ramana Filistînê hevparê hemî cinayetên siyonîstan in.

Qalîbaf got: Xiyanetkarên li ramana Filistînê bi meyl û hez destê zalim radimîsin û pencikê xwe davêjin rûyê bidest.

Di halekî da ku hîn mehek ji ragihandina lihevkirina asayîkirina pêwendiyên navbera Rêjîma Siyonîst û Imaratê derbas nebûye, Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 11ê Îlona 2020î qala asayîbûna pêwendiyên navebra Rêjîma Siyonîst û Behreynê kir û ragihand ku Behreyn û Israîlê li ser asayîkirina tam a pêwendiyan li hev kirine.

Hewla rejîmên erebî jibo asayîkirina pêwendiyan digel Israîlê di halekî da ye ku Rêjîma Siyonîst bi salan e ji billî serkutkirina filistîniyan gelek ji navçeyên erebî-îslamî dagîr kirine.

 

 

Serepeyv