Îlon 18, 2020 09:06 Asia/Tehran
  • Zerîf sala nû ya Cihûyan pîroz kir

Wezîrê karên derve yê Îranê gihîştina sala nû ya Cihûyan li hemwelatiyên Kelîmî û Cihûyên seranserî cîhanê pîroz kir.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê di peyameke Twitterê da tevî pîrozkirina sala nû ya Cihûyan li hemwelatiyên Kelîmî û Cihûyên seranserî cîhanê ragihand: Zarokên Adem, Îbrahîm û Mûsa hin xwîşk û bira ne ku mafê wan heye di aştiyeke demokratîk a rasteqîn - ne danûstandineke ticarî - da bijîn.

Cihûyên seranserî cîhanê ji wan yên Îranê yekem roja meha Ibrî ya "Tîşriyê" li gorî tiştê ku li pirtûka Tûratê hatiye gotin û di zimanê Ibrî da wek Roş Haşana (Rosh Hashanah) bi wateya Destpêka Salê hatiye zanîn pîroz dikin û rêûrismên taybet li dar dixin.

Kelîmiyên Îranê bi sedan sal e bi şopandina fêrkariyên rehmanî yên Mûsa (S), di şahî û xeman da li kêleka hemwelatiyên xwe yên din da rawestiyane û wek beşeka cudanebûyî ji çand û şaristaniyeta mezin a Îranê, hertim di çarçova pêşketina wî da têkoşiyane.

Qurana Kerîm di ayetên cûrbecûr da behsa Hezretê Mûsa (S) û cîgeha wî ya bilind wek pêxemberekî Olol'ezm (Xwediyê pirtûk û şerîetê) dike.

 

 

Serepeyv