Îlon 08, 2020 09:17 Asia/Tehran
  • Îranê îdiayên derbarê çandina çekan bo Ermenistanê bi riya Îranê derew zanî

Balyozxaneya Îranê li Bakûyê îdiayên hilêxistî derbarê şandina çekên rûsî bi riya axa Îranê bo Ermenistanê derew zanî.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Balyozxaneya Îranê li Bakûyê tevî derewzanîna îdiayan derbarê şandina çekan ji Rûsiyê bo Ermenistanê bi riya Îranê ragihand: Armanca van îdiayên tam derew alozkirina pêwendiyên dostane navbera Têhran û Bakûyê ye.
Pêştir ajansa nûçeyan a Trendê ya Komara Azerbaycanê îdia kiribû ku çekên Rûsiyê bi riya derbasgeha sînorî ya Nordûza Îranê bo Ermenistanê hatine veguhestin.

Serepeyv