Tebax 25, 2020 20:00 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê: Pênc pêngavên kêmkirina sozên atomî hatine rakirin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê gişt pênc pêngavên kêmkirina sozên xwe derheqê Peymana Atomî rakirine.

Li gorî rapora IRNAyê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Sêşemiyê got: Zengînkirina Uraniyûmê di asta pêwîst û hewcetiya Komara Îslamî ya Îranê pêk tê.

Xetîbzade destnîşan kir ku Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê di tevahiya raporan da piştrast kiriye ku Komara Îslamî ya Îranê pênc pêngavên kêmkirina sozên xwe yên atomî bi tamî cih anîne.

Îranê roja 8ê Gulana 2019an, salekê piştî derketina yekalî ya Azmerîkayê ji Peymana Atomî û piştî selimîna nekêrhatîbûşna rêkarên pêşniyarkirî yên Ewropayê jibo cebirandina dûhatên aborî yên derketina Amerîkayê ji Peymana Atomî, beşeke sozên xwe yên Peymana Atomî li gorî bendên 26 û 36ê yên vê peymanê dan rawestandin.

Kêmkirina sozên Îranê di pênc pêngavan da, pêkhatî ji zêdekirina rêjeya zengînkirina Uranyûmê ji 3.67, zêdekirina zimhêra Uraniyûma zengînkirî, rawestandina gişt sozên xwe di warê lêkolîn û berfirehkirin û destpêkirina zengînkirinê û berhemanîna dubare ya Uraniyûmê di binkeyên atomî yên Fordûyê û betalkirina sînordariyên di hejmara santrîfiyojan da bû.

 

 

 

 

Serepeyv