Tebax 22, 2020 10:21 Asia/Tehran
  • Balefireke Suxo24 ji nû va li Îranê hat amadekirin

Balefireke Suxo24 (Sukhoi Su-24) ji aliyê pispor û karzanên Baregeha asimanî ya Şehîd Doran a Şîrazê li başûrê Îranê hat jinûveamadekirin (overhaul).

Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNAyê, Pisporên cewan ên îranî di Baregeha asimanî ya Şehîd Doran da karîn ku tevî hebûna boykotên berfire, bi bikaranîna alavên xwecihî û pêşeyên navxweyî tîkeyên mekanîkî, elektrîkî û pergala şerkirinê ya Balefira Suxo24ê biroj bikin.

Karzan û pisporên teknîkî yên Gordana Overhalê ya Baregeha asimanî ya Şehîd Doran bi terxankirina zêde ji 35 hezar kes-saet kar  ûhewildana berdewam, balefira bomberêj a stratejîk a Suxo24ê ji nû ve amade bikin û bidin ber destê yekîneyên operasiyonî.

Ev balefir piştî pêkanîna firrînê û testa dawiyê tevlî balefirên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bû.

Di 4 mehên dawî da heta niha du balefirên Veguhestin û Şêrr bi destê pisporên Baregeha asimanî ya Şehîd Doran ya ŞÎrazê hatine jinûveamadekirin û li balefirên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê hatine zêdekirin.

 

 

 

Serepeyv