Tebax 16, 2020 10:53 Asia/Tehran
  • ' Seîd Xetîbzade ' bû Berdevkê nû yê Wezareta karên derve ya Îranê

Rêveberê giştî yê nû yê Ragihandin û karên berdevkiyê ya Navenda Dîplomasiya giştî û medyayî ya Wezareta karên derve ya Îranê hat ragihandin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Rêûrisma danasîna Seîd Xetîbzade, wek 'Rêveberê giştî yê nû yê Ragihandin û karên berdevkiyê ya Navenda Dîplomasiya giştî û medyayî ya Wezareta karên derve ya Îranê' û xatirxwestina ji Seyid Ebas Mûsewî, îro Yekşemiyê bi amadeberîf, Wezîrê karên derve yê Îranê hat lidarxistin.

Xetîbzade beriya vêya Alîkarê lêkolînî li Navenda Lêkolînên siyasî û navneteweyî ya Wezareta karên derve ya Komara Îslamî bû û wek dîplomatê îranî li Almanya û Kanadayê jî xebitiye.

Seyid Ebas Mûsewî, Berdevkê Berê yê Wezareta karên derve ya Îranê wek balyozê Îranê li Komara Azerbaycanê hatiye nasandin.

Serepeyv