Tebax 11, 2020 23:44 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Mûsewî û Zaxarova, derbarê riyên berfirekirina hevkariyên medyayî yên Îran û Rûsyayê

Berdevkê Wezareta Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê û Berdevka wezareta derve ya Rûsyayê îro li gotûbêja ji riya vîdeo-konferansê riyên berfirekirina hevkariyên du welatan di warên medyayê û rawestana li ber şantajên welatên rojavayê de hilkolandin.

Berdevkê Wezareta Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê seyd Ebas Mûsewî û  Berdevka wezareta derve ya Rûsyayê Marya Zaxarova li vê gotûbêjê îdiaya welatên rojavayê derbarê bêterefî û serbixwebûna medyayên wan red kirin û gotin: Vê demê medya li rojavayê bûye amûrek ji bo şerê pskolojîk û derûnî li dijî welatên serbixwe û bûne amûrê belavkirina nûçeyên nerast derbarê van welatan.

Mûsewî û Zaxarova herwiha bal kişandin ser berfirebûna pêwendiyên Îran û Rûsyayê li gişt waran û desnîşan kirin ku du welat derbarê meselên curbicur yên wekî boykotên zalimane ên rojavayê li dijî Îranê hevfikir in û hevkariyên navçeyî derfeteke baş ji bo çareseriya pirsgirêkên navçê dizanin.

Veguhestina taximên medyayî, serstkirina riya hevfikrî û hevşêwirîna kedkarên medyayê yên du welatan û hêsankirina riya hevpeyvîna bi rayedarên du welatan û berdewamiya gotûbêja berdevkên wezaretên derve yên du welatan û yên welatên dost û heval  ji babetên din ên vê gotûbêjê bûn ku hatin hilkolandin.

Serepeyv