Tebax 11, 2020 22:59 Asia/Tehran
  • Wezareta Îtileta Îranê pênc tîmên sîxoriyê girtin

Alîkarê li dijî sîxoriyê yê wezareta Îtileatê (Îstixbarat û Ewlehiyê) ya Îranê ragihand ku hêzên vê wezaretxanê pênc tîmên sîxoriyê yên ser bi servîsên îstixbaratî yê pergala serdestxwaz girtine.

Alîkarê li dijî sîxoriyê yê wezareta Îtileatê (Îstixbarat û Ewlehiyê) ya Îranê îro ragihand ku efserên îstixbaratî yên biyanî dil hebûn bi şêwazên dijwar û lihevalyayî û curbicur ên îstixbaratî derbarê projên navokî, siyasî, aborî û binavahiye Îranê sîxorî û xerabkariyê bikin da ku encama boykotên li dijî Îranê bi bandor bibin û rê li ber Îranê bigirin daku teknolojî û zanistên nû bi dest nexe. Hedefa din a wan çêkirina aloziyê di nav pêwendiyên Îranê û welatên din ên li kêleka Îranê bû.

Alîkarê li dijî sîxoriyê yê wezareta Îtileatê ragihand ku ev pêngava CIA ya Amerîka û Mossada Rejîma Îsraîlê û servîsên sîxoriyê yên hin welatên ewropî bi saya têkoşîna hêzên Îranê yên ewlehî û îstixbaratê û yên li dijî sîxoriyê, bê encam ma.

Alîkarê li dijî sîxoriyê yê wezareta Îtileatê  dijminên aşkera û veşartî yên Komara Îslamî yên Îranê hişyar kir ku em ê bi cidî her komployeke wan ji nav biben.

Di vê navberê de berdevkê Teşkîlata Dadweriya Îranê Xulam Husên Îsmayîlî diyar kir ku ji bo Mesûd Musahib Sekreterê Giştî yê Encumena Dostiya Îran û Utrîşê bi sûça sîxoriya ji bo Îsraîl û Almanyayê 10 sal zîndan hatiye birîn. Herwiha ji bo Şehram Şîrxanî jî bi sûça  sîxoriyê ji bo Brîtanyayê jî 10 sal zîndan hatiye birîn. 

Serepeyv