Tebax 08, 2020 18:27 Asia/Tehran
  • Endamên taximeke têrorîst li başûrê rojhilatê Îranê hatin girtin

Rêveberê giştî yê Rêveberiya Itila'atê ya Parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê qala girtina endamên taximeke ser bi komên têrorîstî tekfîrî ji aliyê hêzên ewlehiyê va kir.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNAyê, Rêveberê giştî yê Rêveberiya Itila'atê ya Parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê roja Şemiyê got: Endamên taximeke ser bi komên têrorîst a tekfîrî ku bi kiryarên xwe bûbûn sebeba tirsa welatiyên Sîstan û Belûçistanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê va hatin girtin.

Rêveberê giştî yê Rêveberiya Itila'atê ya Parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê ji hevkariya baş a gelê vê parêzgehê jibo dabînkirina ewlehiyê sipasî kir.

Van sebebkarên têrorîst bi kiryareke kor berbanga Çarşemiyê madeyên teqemeniyê li navçeya Zîbaşehra Zahidanê teqandin ku di encamê da çar memûrên Intizamî yên Îranê birîndar bûn û ziyan li erebeyekê ket.

 

 

 

Serepeyv