Tebax 02, 2020 22:00 Asia/Tehran
  • Zerîf: Welatên rojavayî divê ku dev ji dabînkirina fînansî ya terorîstan berde

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê pêgîrî kir ku welatên Rojavayê divê ku dest ji piştgiriya komên terorîst û yên lidijî Înqilabê berde û got: Terorîst ji sitargehên xwe yên li Amerîka û welatên Ewropayê dest didin kuştin xelkê sivîl yê Îranê û welêt aloz dikin.

Li gor Fars Newsê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf  şeva borî derbarê girtina serkirdeyê koma terorîst û dijî Înqilabê ya Tunder bi destê Hêzên Wezareta Îtileatê di rûpela xwe ya Twitterê de nivîsarek weşand û tê de bal kişand ser piştgiriya welatên rojavayê bi taybet Amerîkayê ji terorîstên ku hewldidin Komara Îslamî ya Îranê hilweşînin û nivîsî: Welatên rojavayî divê ku dev ji dabînkirina fînansî ya terorîstan berde.

Zerîf di nivîsara xwe de berdewam kiriye: Terorîst ji sitargehên xwe li Amerîka û Ewropayê li her derê nefret û bêzariyê belav dikin, kuştin û aloziyê teblîx dikin û karê birêxistinkirina komên terorîst û rakirina wan dikin û bi bêşermî berpirsatiya kuştina xelkkê sivîl digirin ustiyê xwe.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha bal kişand ser hewldana welatên rojavayî bona paknîşandana komên terorîst ku dixebitin li dijî Îranê xerabkariyê bikin û nivîsî: Bi fêlbazî û xapandinê kes nikare ser van durûtiyan bigire.

Wezareta Îtileata Îranê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên vê wezaretxanê serkirdê koma terorîst a Tunder Cemşîd Şarmehd ku ji nav Amerîkayê operasiyonên terorîstî û xerabkarî li Îranê birêve dibir di encama operasiyoneke dijwar de girtine

Serepeyv